Têkilî | Derheqê me de

′Komployên li dijî gelê Kurd dê li Efrînê bin bikevin′

RÊNAS REMO

NAVENDA NÛÇEYAN – Sekreterê Yekîtiya Neteweyî a Demokratîk a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî da zanîn ku komploya li ser Efrînê berdewama komploya li Başûrê Kurdistanê ye.

Sekreterê YNDK′ê Xefûr Mexmûrî derbarê êrîşên li ser Efrînê de ji ANHA′yê re axivî û wiha got, ″Em bejna xwe li hember berxwedana şervanên YPG/YPJ′ê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê ditewînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin.″

Mexmûrî diyar kir ku dewleta Tirk ku dijminatiya gelê Kurd dike, komploya ku li Başûrê Kurdistanê dest pê kir li Efrînê didomîne û wiha got, ″Wê komployên dijmin bi fedekariya QSD′ê û hevgirtina gelên Bakurê Sûriyê bin bikevin.″

Mexmûrî destnîşan kir ku civaka navneteweyî hovîtiya dewleta Tirk a li dijî gelê Efrînê û kuştina sivîlan ji nedîtî ve tê û xwestin ku rêxistinên mafên mirovan bi erka xwe ya mirovî rabin.

Mexmûrî bang li Kurdistaniyên tevahî cîhanê kir ku piştgiriyê bidin berxwedana YPG/YPJ′ê da komploya li dijî Efrînê bin bikeve.

(mm)

ANHA