Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Mafê gelê Reqayê heye ku bajarê xwe birêve bibe′

Dîmen

DILÎŞAN ÎBIŞ

QAMIŞLO – Endamê Desteya Siyasî ya MSD′ê Hesen Mihemed Elî da zanîn ku mafê gelê Reqayê heye ku bajarê xwe birêve bibe û sîstemeke demokratîk ku bi salane jê bêpar mane, ava bikin.

Endamê Desteya Siyasî ya MSD′ê Hesen Mihemed Elî derbarê mekanîzmeya rêvebirina bajarê Reqayê û serdana dawî ya nûnerê koalisyona navneteweyî ji Meclîsa Sivîl a Reqayê de, axivî.

Hesen Mihemed Elî diyar kir ku piştî rizgarkirina Reqayê, dê Meclîsa Sivîl a Reqayê were firehkirin wiha got: ″Bi destpêkirina hemleya rizgarkirina Reqayê re, em xebatên rêxistinkirina herêmê ku ewlehiya welatiyan biparêze didin meşandin. Piştî rizgarkirina bajar dê xebatên rêxistinkirinê firehtir bibin.″

Mihemed Elî planziya piştî rizgarkirina bajar wiha eşkere kir: ″Dê bi koordîneya bi Hêzên Ewlehiya Hundirîn re tedbîrên parastinê bêne girtin, pêdiviyên jiyanî yên welatiyên herêmê bêne bicihanîn, Dê Meclîs bi armanca paqijkirina herêmî ji mayînên çeteyan bi rêxistin û aliyên berpirsyar re têkildar bibe û bajar ji bermahiyên rûxandinan bê paqijkirin.″

Mihemed Elî di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku aliyê din ê vejandina jiyanê, firehkirina Meclîsa Sivîl a Reqayê ye û wiha axivî: ″Piştî rizgarkirinê kesên ku dixwazin beşdarî xebatên rêxistinkirina bajar bibin, dikarin di Meclîsa Sivîl a Reqayê de cih bigirin. Her wiha dê welatî cihê xwe di nava xebatên Komîteyên Meclîsê de jî bigirin û ji bo avakirina sîstemeke demokratîk, xebateke hevbeş were meşandin.″

Derbarê rêvebirina bajar piştî rizgarkirinê jî, Mihemed Elî wiha got: ″Gelek dezgehên çapemeniyê pirsên wekî ″wê kî piştî rizgarkirinê, Reqayê birêve bibin?, Gelo dê bajar radestî hêzên din were kirin? têne kirin. Wek MSD′ê em dibêjin gelê Reqayê biyara vê yekê dide û çarenûsa xwe diyar dike.″

Mihemed Elî destnîşan kir ku mafê gelê Reqayê heye ku bajarê xwe birêve bibin û sîstemeke demokratîk ku bi salane jê bêpar mane, ava bikin.

Têkîliya koalisyona navneteweyî û Meclîsa Sivîl a Reqayê

Mihemed Hesen di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku têkîliya di navbera koalisyona navneteweyî û Meclîsa Sivîl a Reqayê de başe û ev tişt anî ziman: ″Koaliyona navneteweyî, Meclîsa Sivîl a Reqayê wekî tekane aliyê ku xizmeta gelê Reqayê bike, dibîne. Ji ber vê têkîliya xwe bi Meclîsê re xurt kiriye. Ji aliyekî din ve jî koalisyon destek dide Hêzên Ewlehiya Hundirîn û wan perwerde dike û ji aliyê leşkerî ve bi wan dibe alîkar. Heta niha 150 Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatine perwerdekirin.″

Ji aliyê destekdayîna welatiyan ve jî, koalisyona navneteweyî bi hemû rêxistinên navneteweyî yên ku li herêmê dixebitin re civiya, da bi şêniyên herêmê re bibe alîkar. Ev yek gaveke girîng a destekdayîna gelê herêmê ye.″

Endamê Desteya Siyasî ya MSD′ê Hesen Mihemed Elî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelên herêmê kir ku vegerin warên xwe û beşdarî xebatên rêxstinkirina sîstemeke demokratîk a rêvebirina bajar bibin. Her wiha bang li gelên Kantonên Kobanê û Cizîrê jî kir ku piştgiriya gelê Reqayê bikin.″

(mm)

ANHA