Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Perwerde bingeha avakirina kesayeteke azade′

GULISTAN FECIR

HELEB – Endamên Asayîşa jin diyar kirin ku  wan bi riya perwerdeyê kesayeta xwe pêş xistine, da xwe û civaka xwe biparêzin û dane zanîn ku Perwerde bingeha avakirina kesayeteke azade.

Endamên Asayîşa jin li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku dewreya perwerdeyê ya leşkerî û bîrdozî bi dawî kirin, derbarê dewreyê de nerînên xwe anîn ziman.

CEMILA HISEN

Cemîle Hesen da zanîn ku wê bi riya dewreyê zanista wê pêş ket û got ku perwerde ji bo ku mirov bikaribe berpirsyariyên xwe pêk bîne, girînge.

CILAN EBDO

Ceylan Ebdo jî anî ziman ku di encama perwerdeyê de, vîna wan xurt bû û wiha domand: ″Perwerdeyeke wiha ji bo Endamên Asayîşa jin girînge, da bikaribin xwe û civaka xwe biparêzin″.

ZEHRA MISLIM

Her wiha Endama Rêveberiya Hêzên Asayîşa jin Zehra Mislim jî destnîşan kir ku wan kesayeta xwe guhert û ramanên xwe pêş xistin. Zehra wiha got: ″Divê hemû jin beşdarî perwerdeyan bibin, da xwe birêxistin bibin û ji urfên civakê bêne rizgarkirin. Perwerde bingeha avakirina kesayeteke azade.″

Îro li Akademiya Şehîdên Asayîşê li taxa Şêmmeqsûd a Helebê dewreya perwerdeya Şehîd Ebû Nûr ku bi beşdariya 25 Endamên Hêzên Asayîşê 35 rojan dom kir, bi dawî bû.

(mm)

ANHA