Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Sedema veşartina rewşa Ocalan, serkeftinên siyasî û leşkerî ye′

Dîmen

Dîmen: ′Sedema veşartina rewşa Ocalan, serkeftinên siyasî û leşkerî ye′

KAMÎRAN XOCE

MINBIC – Dozgerê Meclîsa Dada Civakî ya bajarê Minbicê Mazin Betran da zanîn ku sedema veşartina rewşa Ocalan, ew e ku bi saya felsefeya Rêbertiyê gelek serkeftinên siyasî û leşkerî hatin bidestxistin.

Di 15′ê Cotmehê de agadiya derbarê xereteya li ser rewşa Ocalan ku bi ramanên xwe birtaya gelan û jiyana hevbeş wekî çarseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn dîtin, belav bû.

Di vê çarçoveyê de li Bakurê Sûriyê û tevahî cîhanê çalakî hatin lidarxistin û hemû gelan daxwaza zelalkirina rewşa Ocalan kirin.

Dozgerê Meclîsa Dada Civakî ya bajarê Minbicê Mazin Betran jî derbarê vê mijarê de nirxandin kir.

Armanca ji girtina Ocalan ev e

Mazin Betran anî ziman ku Tirkiyê bi girtina Oalan peyamek da Kurdan ku pêşeroja bi jiyana Ocalan ve girêdayî ye û wiha got: ″Tecrîda li ser Ocalan, faşîzma dewleta Tirk a li hember gelê Kurd radixe ber çavan″.

Siyasetên li hember Ocalan zagonên navneteweyî binpê dikin   

Betran diyar kir ku veşartina rewşa Ocalan binpêkirina zagonên navneteweyî ye û wiha domand: ″Li gorî zagonên navneteweyî mafê girtî heye ku sedema girtina xwe bizanibe, parastina xwe bike û bi malbata xwe têkildar bibe. Lê dewleta Tirk a ku xwe demokrat nîşan dide, van zagonan binpê dike″.

Betran da zanîn ku armanca ji ferzkirina tecrîda li ser Ocalan ew e ku ramanên wî xetereyê li ser dewlet netewan ava dike.

Betran di dawiya axaftina  xwe de anî ziman ku sedema veşartina rewşa Ocalan ew e ku li herêmê gelek serkeftinên siyasî û leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ve hatin bidestxistin.

(mm)

ANHA