Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Serkeftina Efrînê komploya navneteweyî pûç dike′

KOBANÊ – Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star a bajarê Kobanê Leyla Çiya da bi lêv kir ku serkeftinên QSD′ê û gelê Efrînê yên li dijî dagirkeriyê wê komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertiyê pûç dike.

Kongreya Star ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê civînek li dar xist.

Di civînê de bi dehan gelên bajarê Kobanê, nûnerên Kongreya Star, Endamên saziyên sivîl, PYD′ê û TEV-DEM′ê amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star Leyla Çiya axivî, komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir û da zanîn hevkarên komployê dixwazin desthilatdariya xwe Ii ser Rojhilata Navîn ferz bike.

Leyla diyar kir ku bi saya felsefeya Rêbertiyê mafên hemû gelan têne parastin û gel ji sîstemên desthilatdar têne rizgarkirin.

Leyla di dawiya axaftina xwe de got, ″Serkeftina berxwedana Efrînê komploya li dijî Ocalan pûç dike.

Civîn bi dirûşmeyên ″Bijî Serok Apo″ û ″Bijî berxwedana Efrînê″ bi dawî bû.

(mm)

ANHA