Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Şoreşa 19′ê Tîrmehê, vejîna azadiya gelane′

Dîmen

QAMIŞLO – Ciwanên Qamişlo bi boneya 5′emîn salvegera şoreşa 19′ê Tîrmehê, meşek li dar xistin û piştgiriya berxwedana Efrînê kirin.QAMISLO-MESA-CIWANA1 ‫(194576898)‬ ‫‬

Bi sedan ciwanên bajarê Qamişlo li çerxerêya Şehîd Osman Sebrî kom bûn, alên YCR′ê, wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ″Şoreşa 19′ê Tîrmehê, vejîna azadiya gelan û ruhê ciwanane″ hildan.

Meş ji çerxerêyê dest pê kir û ber bi çerxerêya Şehîd Robar Qamişlo ve herikî. Meşvanan bi dirûşmeyan şoreşa 19′ê Tîrmehê û berxwedana Rêbertiyê, her wiha bersivdayîna êrîşên dagirkeriya Tirk, qîr kirin.

Li çerxerêya Şehîd Robar Qamişlo deqeyek rêz hat girtin û Endamê Tevgera Xwendekarên Kurd li Qamişlo Ebas Hesen axivî. Hesen şoreşa 19′ê Tîrmehê li gelê herêmê û Rêbertiyê pîroz kir û da zanîn ku ev şoreş, şoreşa vejîna hemû gelên Rojhilata Navîn û azadiya gelane.QAMISLO-MESA-CIWANA1 ‫(194576902)‬ ‫‬

Hesen ji xwendekar û ciwanên Rojava xwest ku bi pênûs û çekên xwe li hember hêzên ku vîna gel dikin hedef, şer bikin.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û Rêbertiyê, bi dawî bû.

(mm)

ANHA