Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Tirkiyê demografiya herêmê diguhere da serdema Osmanî vejîn bike′

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Desteya Niştîmanî ya Erebî Mihemed El-Benyan diyar kir ku armanca Tirkiyê guhertina demografiya herêmên Bakurê Sûriyê ye, ajandayên derbasî herêmê bike û serdema Osmanî vejîn bike.

Serokê Desteya Niştîmanî ya Erebî Mihemed El-Benyan derbarê guhertina demografiya Bakurê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve, ji ANHA′yê nirxandin kir  û wiha got: ″Tirkiyê dixwaze demografiya herêmên Bakurê Sûriyê biguhere, da ajandayên xwe derbasî herêmê bike û serdema Osmanî vejîn bike.″

Mihemed El-Benyan got ku siyaseta Tirkiyê li herêmê têk çû û wiha domand: ″Tirkiyê dizane ku li hember gelê Bakurê Sûriyê binketî ye, ji ber vê herêmên Bakurê Sûriyê ji şêniyên wan ên resen vala dike, çeteyên xwe li şûna wan bi cih dike, da desthilatdariya li ser herêmê  ferz bike û biratiya gelan a di navbera gelên herêmê de hilweşîne. Tecrûbeya Rêveberiya Xweser ku li Bakurê Sûriyê pêk hat, misogeriya yekîtiya gelên herêmê û girêdana bi axa welat ve ye.″

Derbarê siyasetên koçkirinê ku çeteyên dewleta Tirk li Bakurê Sûriyê dide meşandin  û li şûna wan pêkhateya Tirkmen bi cih dike, El-Benyan wiha got: ″Herî zêde gelê Tirk ji siyasetên hikûmeta AKP′ê ziyan dibîne, ji ku Erdogan bi faşîzma xwe têkîliyên gelê Tirk bi dewletên cîran re qut kirin.″

Serokê Desteya Niştîmanî ya Erebî Mihemed El-Benyan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dê di demeke nêz de rastiya Erdogan ji gelê Tirk û tevahî cîhanê re eşkere bibe û Erdogan cezayê xwe bibîne.

(mm)

ANHA