Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Tirkiyê hewl dide li Sûriyê hevpeyama Milî vejîn bike′

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar û lêkolîner Mihemed Nûredîn da zanîn ku Tirkiyê hewl dide bi dagirkirina Bakurê Sûriyê dijîtiya kurdan bike û xewnên xwe yên dîrokî pêk bîne.

Nivîskar Mihemed Nûredîn ku di lêkolînên xwe de girîngiyê dide siyasetên Tirkiyê got ku Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve, opozisyona Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe bikar tîne.

Nûredîn derbarê dagirkirina Tirkiyê ya herêmên Şehbayê û Kantona Efrînê nirxandinên xwe bi ANHA′yê re parve kir.

*Di vê pêvajoyê de armanca Tirkiyê ji dagirkirina Bakurê Sûriyê çi ye, bi nerîna we ev yek li pêşiya beşdariya Tirkiyê di operesyona rizgarkirina Mûsilê de dibe asteng?

Nûredîn di vê derbarê de destnîşan kir ku Tirkiyê di 24′ê tebaxê de, derbasî axa Sûriyê bû da ku herdû Kantonên Efrîn û Kobanê negihêjin hev û wiha axivî: ″Di vê çarçoveyê de Tirkiyê wekî gava yekem herêmên li ser sînorê Tirkiyê ên di navbera Cerablus û Efrînê de dagir kirin. Lê herdû Kanton dikarin ji aliyê Babê û Minbicê( ji milê başûr ve) bigihêjin hev, ji ber vê yekê Tirkiyê ber bi başûr ve pêşve diçe.″

Nûredîn da zanîn ku Tirkiyê bi dagirkirina Cerablusê hewl dide hêza xwe ya leşkerî li bakurê Helebê xurt bike, û ev nirxandin kir: ″Tirkiyê bi vê yekê dixwaze di milê leşkerî de zextê li ser rêjîma Baas ya li ser Helebê, bike. Ev armancên Tirkiyê rastrast ne têkildarî operasyona Mûsilê ne. Tirkiyê hewl dide derveyî pêşveçûnên operasyona Mûsilê, li Bakurê Sûriyê pêşve biçe.

*Li hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyê ya derbarê Helebê û herêmên Bakurê Sûriyê, şîrove tên kirin. Çi têkîliya Rûsya bi herêmên Şehbayê û Kantona Efrînê heye, Gelo Rûsya ji bo ku Tirkiyê komên çeteyên xwe di nav de Cebhet El-Nesra ji Helebê vekişîne, destek dide Tirkiyê da herêmên Bakurê Sûriyê dagir bike?

Nûredîn wiha di vê çarçoveyê de ev bersiv da: “Amerîka destek da hewldana darbeya leşkerî ya Tirkiyê û di operesyona Cerablusê de,  alîkariya hewayî da Tirkiyê. Tirkiyê di heman demê de, têkîliyên xwe bi Rûsya û Îranê re xurt kir.

Ez bawer dikim destwerdana Tirkiyê ji Sûriyê re, ne di encama hevpeymana di navbera Tirkiyê, Rûsya û Îranê de ye, lê di ecnama muraheneya di navbera Rûsya û Îranê de bû.

Tirkiyê hewl dide Bakurê Sûriyê dagir bike û armanca wê ew e ku dijîtiya kurdan bike û li gorî hevpeyaman Milî ya sala 1920′an, pêk bîne.”

*Hin aliyên opozisyona Sûriyê destwerdana Rûsya, Amerîka û Îranê di Sûriyê de, wekî dagirkerî bi nav dikin. Lê li hember destwerdan û dagirkeriya Tirkiyê ya ji Bakurê Sûriyê re, tu helwestê nîşan nadin, tê vê yekê çawa dinirxîne?

Nûredîn derbarê van siyasetan de, ev nirxandin kir: ″Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê de, opozisyona Sûriyê derveyî PYD′ê û YPG′ê li gorî berjewendiyên xwe bikar tîne. Ji ber vê yekê opozisyon alîgirên rêjîma Baas wekî Rûsya, Îran  û Hîzbûllah (tevî ku ev hêz ji çeteyên ku Tirkiyê li Sûriyê birêve dibe)wekî dagirker nîşan dide, ji ber vê yekê ji bo ku rewşa Sûriyê baş bibe, Tirkiyê wekî alîgirê xwe dibîne″.

*Herêmên ku Tirkiyê dagir dike û çeteyên xwe rêdike wir, herêmên rizgarkirî ne û di destê hêzên şoreşger de ne. Bi nerîna we çima koalisyona navneteweyî li hember kiryarên Tirkiyê tu helwestên nîşan nade?

Nûredîn di bersiva vê pirsê de, ev tişt anî ziman: “Her kes dizane ku hevalbendên DYE guherbar in, ew li Bakurê Sûriyê û Bakurê Iraqê, Kurdan bikar tîne. Amerîka carnan destek dide YPG′ê, piştre jî li gorî daxwazên Tirkiyê tev digere. Ji ber vê yekê di navbera Enqera û Washitonê de nakokî rû didin, lê Amerîka dijîtiya Tirkiyê nake.”

*Tê gotin ku NY û Rûsya li ser dagirkeriya Tirkiyê ji Sûriyê re, li hev kirine, da di salên pêş de, Tirkiyê bibe duyemîn qada aloziyan. Hûn derbarê siyasetên Tirkiyê lêkolîn dikin, Hûn vê yekê çawa dinirxînin, gelo dê di demên pêş alozî derbasî Tirkiyê bibe?

Rûsya dijminekî sitratejîk ê NY ye, Îran dijminê Amerîka û Îsraîlê ye, ji ber vê dibe ku di navbera Tirkiyê û Amerîka de nakokî rû bidin.

Dewletên Ewrupa û NY destûr nade ku tu hêzên Îslamî yan jî Erebî(taybet Tirkiyê û Îran) bi hêz bibin, da bikaribe serweriyê li ser wan bike. Ji ber vê yekê carnan Erdogan li hember helwestên dewletên Ewrupa nerazîbûn nîşan dide.”

(mm/dc)

ANHA