Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Tirkiyê xetereyê li ser aramî û aşitiya cîhanê ava dike′

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar û lêkolînerê Kar û Barên Tirkiyê Mihemed Nûredîn diyar kir ku Tirkiyê xetereyekê li ser aştiya herêmê û cîhanê ava dike.

derbarê têkiliyên di navbera Tirkiye de û Ewûpayê de, bi Nivîskar û lêkolînerê Kar û Barên Tirkiyê Mihemed Nûredîn re hevpeyvîn pêk hat. Hevpeyvîn wiha ye:

*Hûn tevlîheviya ku di dema dawî de di navbera Tirkiyê û Ewrûpayê de derket, çawa dixwînin?, bi nerîna we çima dewletên Ewrûpayê destûr nedan ku AKP′ê çalakiyên xwe li ser axa Ewrûpayê pêk bîne?

Tirkiyê axa Ewrûpayê wekî axa Tirkiyê dibîne. Civîn, mihrîcan û hevdîtinan ji welatiyên Tirkiyê yên li Ewrûpayê re, li dar dixe. Di vê çarçoveyê de, Tirkiyê rayedarên xwe rêdikin dewletên Ewrûpayê. Lê civîn û mihrîcanên ku Tirkiyê di vê demê li wir werin lidarxistin, dê li dewletên wekî Almanya, Holenda, Danîmark û dewletên din,  tevlîheviyan bi xwe re derbixe.

Li aliyekî din jî têkîliyên di navbera Tirkiyê û dewletên Ewrûpayê de ji ber meseleyên mafên gelan (taybet doza Kurdî li Tirkiyê), tevlîhev bûne.

*Bi nerîna we, çima têlikiyên di navbera  Tirkiyê û Ewrûpayê de gihiştine vê astê?

Gelek sedem hene ku têkiliyên di navbera herdû  aliyan de, bigihêjin vê astê. Derbarê azadî, demokrasî û doza gelê Kurd de nankokî di navbera wan de hene. Li aliyekî din jî Tirkiyê hin dewletên Ewrûpî bi pêkanîna darbeya leşkerî, tawanbar dike.

Ewrûpa li hember siyasetên AKP′ê wekî hewlesta wê li hember gelê Kurd û Elewî, azadiya nerînê, destekdayîna terorê û azadiya rojnamevaniyê ku li herêmê dide meşandin, helwesteke cidî  nîşan neda û di vê çarçoveyê de, tu zext li ser Tirkiyê ferz nekir. Hejmareke mezin ji Endamên rêxistinên terorê bi koordîneya di navbera herdû aliyan de, ji Ewrûpayê dihatin. Ev yek dide nîşandan ku Ewrûpa jî destek dide terorê.

Ez ne bawerim ku Ewrûpa li hember siyaseta qirkirinê ku Tirkiyê li başûr rojhilatê Tirkiyê li dijî gelê Kurd dide meşandin, xwedî helwesteke cidî be.

*Bi nerîna we,  gelo Tirkiyê her kes ji xwe re kiriye dijmin?

Di pêşketinên ku di salên dawî de rû dan, hate xuyakirin ku ne dijminên Tirkiyê yên domdar hene û ne hevalbendên wê yên domdar hene. Ji ber ku Tirkiyê li gorî berjewendiyên xwe tev digere. Ji ber vê hin caran nakokî di navbera  wê û Rûsya de, hin caran jî di navbera wê û Îranê de, rû didin. Tirkiyê heman siyasetê bi NY û Ewrûpaya Rojava re û li Sûriyê jî, dide meşandin. Ev yek dihêle hemû alî bi sîstema Tirkiyê (taybet AKP′ê) bêbawer bin û bi hişyarî pê re têkildar bibin. Tirkiyê bi vê siyaseta xwe ya derve, her kes ji xwe re kiriye dijmin.

Bi nerîna min eger ku AKP′ê van siyasetên xwe bidomîne, tu hewldanên wê yên çareserkirina aloziyên hundirîn ên Tirkiyê tune bin, her wiha avakirina emperetoriya Osmanî (bi rêjeya ji sedî 80 bin ket) xetereyekê li ser aşitî û aramiya herêmê û tevahî cîhanê ava dike.

*Bi nerîna we siyaseta Erdogan, Tirkiyê ber bi ku ve dibe?

Siyaseta Erdogan rewşa Tirkiyê ber bi parçebûnên hê mezintir di civakê de li ser esasê ol, netew û mezheban, ve dibe. Bi demê dê pêkhateyên ku cihê xwe di sîstema AKP′ê de nagirin, bi rêbazên cûda (mittîng, girev û hwd) nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Dibe ku her pêkhateyek jî ji bo parastina taybetmendiyên xwe, çekê bikar bîne.

Li ser asta herêmî jî, ez bawer dikim ku Tirkiyê di çarçoveya sîstema serokatiyê de, siyasetên hê radîkal bikar bîne. Bi nerîna min eger ku referandûma ku dê di 16′ê nîsanê de pêk were bi ser bikeve, dê rewşa Tirkiyê pir tevlîhev bibe û gelek pirsgirêkên hundirîn rû bidin.

(mm)

ANHA