Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Tirkye çeteyên Îtîlafê bi kar tîne, da dagirkeriyê rewa bike′

Dîmen

QAMIŞLO – Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Foza Yûsif got Tirkiye çeteyên Îtîlafê bi kar tîne da dagirkirina Efrînê rewa bike û wiha axivî, ″Kesên ku hestên welatparêziyê bi wan re hebe, divê ji Îtîlafa Sûrî vekişin.″

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Foza Yûsif di hevdîtina êlên Bakurê Sûriyê de axivî.

Foza di destpêka axaftina xwe de bixêrhatina hemû rûspî û nûnerên êlên Bakurê Sûriyê kir û êrîşên Artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê û tevahî Bakurê Sûriyê şermezar kir.

Foza berxwedana gelê Efrînê û QSD′ê li hember êrîşên dagirkeriyê silav kir û wiha got, ″Tevî ku Artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî herêma Efrînê dikin, nikarîbûn li hember berxwedana şervanan gavekê pêşve werin. Ji destpêka şoreşa Sûriyê de dixwaze Sûriyeyê dagir bike û ji bo pêkanîna vê yekê komên çete bi kar tîne.

′Tirkiye li ser tevahî cîhanê xeter e′

Foza da zanîn ku dagirkirina bajarên Bakurê Sûriyê (Bab, Cerablus û Ezazê) ji aliyê dewleta Tirk ve, nîşaneya lihevkirina di navbera dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê ye. Foza wiha got, ″Erdogan sînorên Tirkiyeyê ji bo derbaskirina komên çete bi kar tîne. Ev yek dide xuyakirin ku Tirkiye bi stratejiya xwe ya qirêj li ser tevahî cîhanê xeter e.″

Foza di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku Efrîn herêmeke bi ewle bû û meqseda bi hezaran koçberên ji tevahî herêmên Sûriyeyê bû. Foza wiha dirêjî da axaftina xwe, ″Şervanên ku li Efrînê şer dikin keç û xortên Efrînê ne, ev yek nîşan dide ku Tirkiye li dijî sîstema demokrasiyê ye.″

Foza anî ziman ku armanca Tirkiye ji êrîşên li ser herêma Efrînê, ew e ku wekî Cerablus û Babê herêmên din ên Sûriyê dagir bikin û projeya Federal derb bike û diyar kir ku armanca Tirkiye ji vê yekê ew e ku wekî Sedam Huseyn bala cîhanê ji ser pirsgirêkên hundirên ên Tirkiyeyê rake.

Foza her wiha destnîşan kir ku Erdogan ne tenê Kurdan, lê tevahî gelên herêmê hedef digire û mînaka vê yekê wiha raxist ber çavan, ″Dagirkeriya Tirk li Cerablus û Babê demografya herêmê guhert.″

Foza got ku dewleta Tirk koma bi navê Artêşa Azad bi kar anîn û li Helebê dest ji wan re berda û di berdewama axaftina xwe de wiha axivî, ″Tirkiye li Efrînê heman tiştî pêk tîne, komên çete yên Îtîlafa Sûrî ji bo derbkirina ewlehiya herêmê bi kar tîne. Ev komên çete bi gel, şoreş û welatê xwe re îxanet kirin û dixwazin dagirkirina Efrînê rewa bikin.″

Foza ji kesên ku di bin navê Îtîlafê de tev digerin xwest ku eger hestên welatparêziyê bi wan re hebe, ji Îtîlafê vekişin.

Derbarê helwesta rêjîma Baas ji êrîşên li ser Efrînê de Foza ev nirxandin kir, ″Ne pekan e ku welatek bi daxuyaniyan were parastin. Dema ku balafirên Artêşa Tirk a dagirker sivîlên Efrînê bombebaran dikin, balafirên rêjîmê li ku derê ne. Divê gelê Bakurê Sûriyê di vê rewşa dijwar de li ser esasê sîstema Federal, yekîtî û hevgirtina xwe xurt bikin.″

Foza di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku yekîtiya gelê Bakurê Sûriyê, bingeha Sîstema Federal ava dike.

Hevdîtina êlên Bakurê Sûriyê bi axaftinan didome.

(mm)

ANHA