Têkilî | Derheqê me de
ANHA

15′ê Îlonê..êrîşa li ser Kobanê û guhartina dengeyan -1

DOSYA

Bûyerên ku beriya êrîşa li ser Kobanê rû dan

CÛMA MIHEMED

KOBANÊ – Beriya êrîşa berfireh a çeteyên DAIŞ′ê ya li ser Kantona Kobanê, gelek bûyer li Sûriyê û Iraqê qewimîn. Êrîşa li ser Kantonê komployeke navneteweyî bû, nîşaneya vê yekê ew e ku bajarê Mûsilê yê Iraqê di çend saetên de ket bin serweriya çeteyên DAIŞ′ê.DOSYA-KOBANE-2 ‫(1)‬

Di 15′ê Îlona sala 2014′an çeteyên DAIŞ′ê bi awayekî berfireh êrîşî Kantona Kobanê kirin. Di encamê de şerên mezin hatin destpêkirin û hê heta roja me ya îro li herêmên cûda berdewamin.

Ji dîroka 14′ê Îlona sala 2014′an û şûnde, gelek guhertin li qadên Sûriyê û Rojhilata Navîn rû dan. Em ê di rêzedosyayên xwe de bal bikişînin ser rewşên leşkerî û siyasî yê ji dema êrîşê û heta roja îro.

Avakirina DAIŞ′ê

Dîroka bingehîn a avakirina DAIŞ′ê li gorî piraniya çavkaniyan vedigere 2004′an. Çeteyê bi navê Ebû Miseb El-Zerqawî komên çete ava kirin û navên wekî ″Cemaet El-Tewhîd û El-Cîhad, Rêxistina El-Qayîdê (ku şaxekî wê li Bîlad El-Rafîdeyn hat vekirin), Meclîsa Şûra û Dewleta Iraqê ya Îslamî ya di sala 2016′an de ji aliyê Ebû Bekir El-Bexdadî ve hat avakirin″.

Ev kom li Iraqê hatin avakirin  û li dijî hêzên Iraqî û yên Amerîkî (yên ku derbasî Iraqê bûn) şer kirin. Çete di sala 2013′an de derbasî Sûriyê û ji sala 2014′an ve di bin navê DAIŞ′ê de hêza xwe fireh kirin.

Tevî ku çeteyên DAIŞ′ê û Cebhet El-Nusra li gorî heman fikirên rixistina El-Qayîdê tev digerin jî, lê DAIŞ′ê riyeke cûda hilbijart.

Ji sala 2013′an ve dema ku çete bêyî berxwedana artêşên Sûriyê û Iraqê, derbasî bi sedan bajarên mezin ên Iraq û Sûriyê bûn, hêza xwe fireh kirin.

DAIŞ′ê di 14′ê Çileya sala 2014′an de bajarê Reqayê ji Artêşa Azad stendin. Ji wir jî berê xwe dan bajaroka Eyn Îsa û di 6′ê Tîrmehê heman sale de dest danîn ser bajarokê.

Piştî du hefteyan ji serweriya çeteyan a li ser navenda leşkerî ya girûpa 17′an a li bajarê Reqayê, çeteyan Lîwa 93 a li Eyn Îsa ji hêzên rêjîma Baas (ku bi dehan tank û erebeyên zirxî li şûna xwee hiştin) stendin. Piştî vê yekê hêza çeteyan xurt bû û gelek kesan bawer dikirin ku tu hêz nikare vê hêzê bin bixe, taybet dema ku çeteyan bajarên Minbicê, Cerablusê, Girê Spî û navçeyên derdorê, her wiha bi dehan navçe û bajarên Cizîrê û bejahiya Iraqê dagir kirin.

Tevî ku li bajarê Mûsilê yê Iraqê derdora 40-50 hezar leşkerên artêş û polîsên Iraqê ku bi çekên Amerîkî yên herî pêşketî hatibûn amadekirin hebûn jî, lê bajar 10′ê Hezîrana sala 2014′an di çend saetan de ji aliyê DAIŞ′ê ve hat dagirkirin. Ev yek nîşaneya komployê ye. Bi dagirkirina Mûsilê re çeteyan çeteyan gelek cebilxane bi dest xistin û hêza xwe ya leşkerî xurt kirin.

Piştî dagirkirina Mûsilê, DAIŞ′ê bi riya ragihandinê propagandaya xwe kir û xwe wekî hêzeke mezin nîşan da. Her wiha li bajarê Reqayê jî toraneke leşkerî li dar xist, da ji her kesî re nîşan bide k utu kes nikare DAIŞ′ê bin bixe.DOSYA-KOBANE-2 ‫(1)‬ ‫‬

Piştî ku gelek herêm hatin dagirkirin, serçeteyê DAIŞ′ê Ebû Bekir El-Bexdadî di 4′ê Tîrmeha sala 2014′an de li mizgefta Nûrî ya bajarê Mûsilê, Xîlafeta xwe ragihand.

Li ser qada Sûriyê

Bi firehbûna herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya DAIŞ′ê de, herêmên di destê hêzên rêjîmê û çeteyên Îtîlafa Sûrî teng dibûn.

DAIŞ′ê gelek herêmên wekî ″Reqa, Til Ebyed, Minbic, Dêra Zorê û hemû herêmên rojava û bakur rojhilatê Sûriyê bêyî pevçûn, ji rêjîmê û komên çete (yên wekî Artêşa Azad) stendin. Di dawiya sala 2014′an de DAIŞ′ê rûbereke fireh ji erdên Iraqê û Sûriyê dagir kiribû.

Êrîşa li ser Kobanê

Piştî dagirkirina Reqa, Girê Spî, Minbic, Cerbalus, Bab û piraniya bejahiya Sûriyê û êrîşa li ser Şengalê, sînorên herêmên Rojava (Cizîrê, Kobanê û Efrînê) bi sînorên herêmên dagirkirî re bûn yek.

Ji ber vê yekê çeteyan Rojava dorpêç kirin û hemû rêyên di navbera Rojava û Sûriyê de qut kirin, ji bilî  riyên Idlib-Efrîn û Heleb-Efrîn ên derveyî dagirkeriya wan. Armanca DAIŞ′ê ew bû ku hêza xwe li herêmê fireh bike û dagikeriya xwe li ser tevahî herêmên Bakurê Sûriyê ferz bike.

Ji ber vê yekê, bajarê Kobanê ku dikeve navbera herêmên bakurê sûriyê, armanceke hêsan a firehiyê bû û yekem bajarên kurdî yên ku daiş dikare dagir bike.

Bajarê kobanê ya kurdî 120 km dûrî reqayê û helebê bû. kobanê yekem bajarê ku di tîrmeha sala 2012′an ji rêjîma baas hat rizgarkirin. her wiha bajarê ku di 19′ê tîrmeha 2012′an de şoreşa Rojava dest pê kir.

Hejmara şêniyên wê derdora 40 hezar kese û 366 gundên wê hene. Gelek komên çete hewl dan ber bi bajêr ve pêşve biçin. Ev hewldan rastî bersivdayîna şervanên YPG/YPJ′ê (yên ku di sala 2011′an de hatin avakirin) hatin.

Bajarên ″Girê Spî ji aliyê rojhilat ve, Cerbalus û bajaroka Şiyûx ji aliyê rojava ve, Sirîn ji aliyê başûr ve″ baragehên ku DAIŞ′ê jê êrîşî gundên Kobanê dikir.

Çima Kobanê?

DAIŞ′ê bajarê ku dikeve navbera herêmên Rojava ku şoreşa 19′ê jê dest pê kir, hilbijart. Bajar ji sê aliyan ve dagirkirî bû û derfetên leşkerî yên parêzvanên wê li gorî derfetên DAIŞ′ê pir kêm bûn.

DAIŞ′ê dagirkirina wekî destpêka dagirkirina Bakurê Sûriyê dît. Armanca ji dagirkirina Kobanê ew bû ku deweylake mezhebî ku herêmên Bakurê Sûriyê û Iraqê digire nav xwe, ava bike. Her wiha dagirkirina Cizîrê û Efrînê û derbkirina projeya Rêveberiya Xweser.  Ev armanc ji aliyê Tirkiyê û Qeterê ve têne erêkirin.

Bajarê Kobanê ku li gel Kurdan xwedî nirxekî mezin bû, derfet bû ku DAIŞ tola xwe hilde û armancên wê yên ku li Şengalê bin ketin, li vir pêk bîne. Êrîşa DAIŞ′ê ya 3′yê Tebaxa sala 2014′an a li ser Şengalê, rastî berxwedaneke bêhempa ya hêzên HPG′ê hat û hat şikandin.

DAIŞ′ê li aliyekî din jî hewl dida herêmên li ser sînorê Tirkiyê dagir bike. Ji ber ku bi sedan çeteyên ejnebî bi riya Tirkiyê tevlî nava refên DAIŞ′ê dibûn.

Li gorî hin raporan tê diyarkirin ku DAIŞ′ê ji herêmên Sûriyê û Iraqê yên di bin dagirkeriyê xwe de, madeyên petrolê derbasî Tirkiyê dikirin. Ev yek tê wateya ku dagirkirina Kobanê dê danûstandina wê bi Tirkiyê re hêsantir bike.

Didome…

(mm)

ANHA