Têkilî | Derheqê me de
ANHA

150 mamoste tevlî Hêzên Erka Xweparastinê dibin

Dîmen

QAMIŞLO – Ji deverên cuda yên kantona Qamişlo 150 mamoste bêyî ku werin agahdarkirin, dê tevlî nava refên Hêzên Erka Xweprastinê bûn.QAMISLO-150-MAMUSTI-TEVLI-ERKA-BARASTINI-BON (1)

Ji bajarok û navçeyên cuda yên kantona Qamişlo 150 mamosteyên zimanê Kurdî û Erebî bêyî ku ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve werin aghadarkirin, dê tevlî nava refên Hêzên Erka Xweparastinê bibin.

Mamoste dê beşdarî dewreya 31 a Hêzên Erka Xweprastinê bibin. Ji mamosteyên ku dê tevlî dewreyê bibin, nêrînên xwe ji me re anîn ziman.

Mamoste Ehmed Ibrahîm: Erka xweparastinê, erkeke netewî ye, ji hemû ciwanên Bakurê Sûriyeyê, Kurd, Ereb û Suryan tê xwestin ku vê erkê pêk bînin. Li ser vê yekê em mamoste li hev civiyan û me biryar da ku tevlî nava Hêzên Erka Xweparatinê bibin da ku destkeftiyên şoreşê yên ku ku bi keda şervanêna YPG û YPJ‘ê hatin bidestxistin, bi parêzin em ê xeta şehîdan bişopînin û felsefeya Neteweya Demokratîk bi parêzin. Banga min ji hemû civanan ku bi rihekê netewî û moralekî bilind vê erkê pêk bînin.

Mamoste Mûnîr Silêman Fetah ji navçeya Tirbepiyê ye: Erka Xweparastinê, erekekî netewî ye, her kesê ku dikarî vê erkê pêk bîne, divê tevlî nava vê hêzê bibin û xak û rumeta xwe bi parêzin.

(bb)

ANHA