Têkilî | Derheqê me de
ANHA

15’ê Îlonê.. êrîşa li ser Kobanê û guhartina dengeyan -2

DOSYA

Destpêkirina êrîşa hovane bi ser Kobanê ve

Cuma Mihemed

KOBANÊ – Êrîşa DAIŞ’ê ya hovane di nîvê meha Îlona 2014’an de bi ser Kobanê de dest pê kir. Gelekî dirêj nekir heta ku gihîşt navenda bajarê Kobanê û bêtirî nîvê bajêr dagir kir, lê vîna berxwedanê ji hêza leşkerî xurttir bû, di encamê de berxwedana Kobanê bi serket. Serkeftina wê serkeftina giştî cîhanê bû, nemaze ji ber berxwedana navnetewî ku di hundirê Kobanê de dihat meşandin.Smoke and dust rise over Syrian town of Kobani after an airstrike, as seen from the Mursitpinar crossing on the Turkish-Syrian border in the southeastern town of Suruc

Di beşa duyemîn a dosya me de, em ê buyerên ji destpêka êrîşa leşkerî li dijî Kobanê ya di 15’ê Îlona 2014’an de vebêjin, her wiha em ê qonaxên ku ev êrîş têre derbas bûye, bi bîr bînin; têkçûna êrîşê û serkeftina berxwedana Yekîneyên Pararstina Gel/Jin û tabûrên Artêşa Azad ên li Kobanê, li rex tevgera cîhanî li hemberî vê berxwedanê.

Destpêkirina êrîşa hovane ji aliyê DAIŞ’ê ve

Di 15’ê îlona 2014’an de dema ku DAIŞ’ê hêzên xwe li derdora Kantona Kobanê kom kirin, dengê daholên şer bilind bû. Nemaze piştî ku DAIŞ’ê serweriya xwe li ser bajarê Mûsilê yê Îraqê ferz kir û serweriya wê li ser gelek deverên leşkerî yên Artêşa Sûriyeyê yên weke Tugaya 93 ya li Eyn Îsa û li vê deverê miqdareke mezin ji çekan desteser kirin û gelek panzêr jî bi dest xwe ve anîn û li dijî êrîşa xwe ya li ser Kobanê bikar anîn.

Diyar bû ku êrîş ji aliyê DAIŞ’ê ve baş hatibû pilankirin û êrîşa xwe di heman demê de ji du eniyên rojhilat û rojava ve dest pê kir. Bi vê yekê hema hejmareke gundan dagir kirin û di hevrokirina hêzan de hêza DAIŞ’ê ji ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gelekî mezintir bû.KOBANE-DOSYA-3 ‫(1)‬ ‫‬

Li vir divê were bi bîr xistin ku hêza parastina Kobanê dikir ti tank û panzêrên wê tune bûn. Lê li aliyê din hêza DAIŞ’ê tank û topavêjên 130 bikar anîn û karibûn ji 30 km ve navenda bajarê Kobanê topbaran bike.

Çeteyan ji ber derfetên leşkerî yên mezin di destên DAIŞ’ê de êrîşa xwe dest pê kirin û hêdî hêdî derbasî kantona Kobanê ya ku ji aliyê YPG’ê ve dihat parastin, bûn.

Berxwedana li gundewar

Derfetên mezin ên leşkerî û hejmara çeteyan li hemberî YPG’ê û YPJ’ê piştî destpêkirina êrîşa leşkerî, hêzên berxwedêr gund radestî çeteyan nekirin û berûvajî wê berxwedaneke bê hempa li hemberî çeteyan dane meşandin û di encamê de bi dehan şervanên wan şehîd ketin û gelek şervanên wan ên weke “Rêvana, Arîn Mîrkan, Baran Serhed, Êrîş û Zozan” çalakiyên fedeyî li dijî çeteyan lidar xistin û hewl dan pêşvehatina hêza dijmin bişkînin.

Lê ev berxwedana ku bi çekên sivik û hejmareke kêm ji BKS dihat meşandin têrê nekir ku pêşvehatina DAIŞ’ê ku xwediyê çek û cebilxaneya pêşketî bû, ber bi Kobanê ve rawestîne.KOBANE-DOSYA-3 ‫(1)‬

Berxwedana li gundewar rengekî taybet wergirt û heta rêjeyekê cûdayî berxwedana li pey wê ya li kolanên bajarê Kobanê bû. Ji destpêka avakirina hêzên YPG’ê û YPJ’ê ve cara yekemîn bû ku li hemberî DAIŞ’ê paşve vedikişe, vê yekê jî hişt ku şervanên wê di berxwedana xwe de bêtir bi coş bibin ew e ku ne pêkan e gaveke din paşve vekişin; mirin yan paşve nenakişin.

Li ser vê baweriyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi dilgermiyeke mezin parastina cihê xwe dikirin, heta ku hin caran tankên DAIŞ’ê di ser bedena wan re dimeşiyan.

Koçberiya welatiyan

Welatiyên sivîl ên Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê beşekî sereke di efsaneya berxwedana YPG’ê û YPJ’ê de bûn, welatiyan bi awayekî mezin valahiya di xendekên pêşîn de li seranserî sînorê berxwedanê dadigirtin.KOBANE-DOSYA-3 ‫(1)‬

Lê piştî ku êrîşa çeteyan bêtir dijwar û hov bû, ji bilî koçberiyê ti çare li pêşiya welatiyan nema rojane dorpêça li ser wan giran dibû. Welatiyan ji bo ku xwe ji komkujiyên piştrast ên weke li Şengalê rû dane û di encamê de bêtirî 5 hezar Kurdên Êzdî têde bûn qurbanî biparêzin, neçarî koçberiyê bûn.

Di deh rojan de, bêtirî 300 hezar welatiyên sivîl ji Kobanê ber bi sînorê bakurê Kantonê ve koçber bûn û riya xwe ber bi Bakurê Kurdistanê ve dom kirin.

Piraniya welatiyên sivîl sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ber bi herêma Pirsûsê ve derbas kirin, lê bi sedan welatiyên din dest ji axa xwe bernedan û di gundê Til Şiîr de ku 5 km rojavayê bajarê Kobanê dikeve, man. Van welatiyan diyar kirin ku heta bajar neyê rizgarkirin ew ji cihê xwe dernakevin.

DAIŞ li ber deriyê bajarê Kobanê ye

Di sibeha roja yekşemê ya 5’ê cotmeha 2014’an de, çeteyên DAIŞ’ê piştî 20 rojan ji destpêka êrîşê serweriya xwe li ser girê “Meştenûrê” ya li hemberî bajêr ji aliyê başûrrojhilat ve ferz kir û topbarana xwe bi awayekî hovane li dijî bajêr dest pê kir.,

Destpêkirina şerê kolanan

Pevçûnên li bajarê Kobanê dest pê kirine di sê qonaxan de pêşve çûn. Di qonaxa yekemîn de xeta parastinê hate danîn da ku çeteyên DAIŞ’ê pêve neyên û ev yek di 8’ê cotmehê de pêk hat, ango piştî sê rojan ji destpêkirina şerê kolanan.

Di wê rojê de şervanên YPG’ê (hin ji wan şehîd ketin û hin jî birîndar in) çalakiyên fedayî li qada Azadiyê pêk anîn û hemû jêderên guleyên çeteyan armanc girtin û karibûn serweriya xwe ferz bikin û heta astekê pêşvehatina çeteyên DAIŞ’ê rawestînin.

Rewşa giştî di wê demê de ew bû ku bajar li hemberî ketinê di her bîstikekê de rû bi rû ye û gelek aliyan li gorî berjewendiyên xwe propagandeya vê yekê dikirin, her kesî dipirsî, gelo Kobanê ket yan na û dê kengî bikeve.

Di pevçûnên li qada Azadî de rê li pêşiya pêşvehatina DAIŞ’ê hate girtin û YPG’ê û YPJ’ê dest bi xurtkirina xetên xwe yên parastin kirin û şervanên xwe bi rêbazên şerê kolanan perwerde kirin. Êrîşa çeteyan rojane pêyî ku pêşve werin wisa dom kir û li aliyê din şervanan car bi car hin xanî û kolan ji destên çeteyan rizgar dikirin. Ev rewş 71 rojan bi vî awayî dom kir.

Di vê demê de komên çete gelek êrîşên dijwar û pilankirî li dijî xetên parastinê pêk anîn, bi taybet li eniya rojhilat û li nêzî deriyê sînor, lê di encamê de hemû êrîşên wan têk çûn.

Piştî wê qonaxa duyemîn dest pê kir û êdî şervanên YPG’ê û YPJ’ê tektîka şer ya pêş û paşveçûn dane meşandin û çalakiyên kemînan pêk anîn û mayîn li pêşiya çeteyan çandin, her wiha çalakiyên sekvantî û kurte-êrîş û gelek tektîkên din dane meşandin. Her wiha gelek fermandarên YPG’ê di wê demê de diyar kirin ku çalakiyên li dijî çeteyan bi saya hêzên wan ên li derveyî bajêr bûn û bi vê yekê şervanên YPG’ê karibûn xetên parastinê biparêzin û êrîşên çeteyan bişkînin.

Lê qonaxa sêyemîn di 18’ê kanûna 2014’an de, ango di roja 94’an a berxwedanê de dest pê kir. Di wê rojê de hemleya rizgarkirina bajarê Kobanê di bin navê “Hemleya Tolhildana Şehîdên Kobanê” de dest pê kir. Bi destpêkirina hemleyê re ku 40 rojî dom kir, Kobanê hate rizgarkirin û dengeyên şer di Kobanê de serûbin hatin guhertin û rewş 180 pileyan hate guhertin.

Ajansa me di demeke borî de lêhûrbûnên berfireh di derbarê vê hemleyê de weşandin. Hûn dikarin di vê girêdanaka jêrîn de bixwînin: Efsaneya berxwedaniya Kobanê

Tevgerbûyîna herêmî û cîhanî bi Kobanê re

Berxwedana efsaneyî ya YPG’ê û YPJ’ê di parastina bajarê Kobanê de hişt ku hemû çavên cîhanê li ser Kobanê bin û bajarê Kobanê di demeke kurt de cihê xwe di sernûçe û manşêtên piraniya dezgehên çapemenî de bigire, nemaze di axaftinên piraniya rayedarên navnetewî de.

Piştî ku DAIŞ gihîşt Kobanê, Kurdên li Bakurê Kurdistanê tavilê serhildana xwe ji bo piştgiriya bi berxwedana YPG’ê û YPJ’ê re ya li bajarê Kobanê  dest pê kirin û li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xwepêşandanên piştgiriya bi berxwedana Kobanê re li dar xistin.

Bi sedan Kurdistaniyan berê xwe dan herêma Pirsûsê ya li hemberî bajarê Kobanê û hin ji wan sînor derbas kirin û beşdarî çalakiyên parastina bajêr bûn.

Serhildana gel a welatiyên Bakurê Kurdistanê di 6-7 û 8’ê cotmehê de bû û di van serhildanan de nêzî 40 welatiyên sivîl di encama hovîtiya dewleta Tirk de şehîd ketin ku hewl dida piştgiriya bi berxwedana Kobanê re bêdeng bike.

Roja cîhanê ya piştgirya bi Kobanê re

Piştî meh û nîvekê ji destpêkirina berxwedana Kobanê û tam di roja 1’ê mijdarê de roja piştgiriya bi Kobanê re di cîhanê de li ser banga rewşenbîr û hiqûqnasên cîhanê hate ragihandin. Di wê rojê de bêtirî 90 bajarên 30 dewletên cîhanê xwepêşandan li darxistin û piştgiriya xwe bi berxwedana Kobanê re di bin durişmeya “seferberiya cîhanî ji bo Kobanê û mirovahiyê li dijî DAIŞ’ê” ragihandin.

Di nava kesên banga ragihandina 1’ê mijdarê bi roja piştgiriya bi berxwedana Kobanê re kirine de gelek kesên ku xelata Bobel a aştiyê û fîlozof hebûn.

Hin ji kesên ku banga vê çalakiyê kirine ev bûn: hemwelatiyê Arjentînê Adolf Prîs Scofêld ê ku xelata Nobel a aştiyê wergirtibû, profêsor û zimanzanê Emerîkî Neûm Çomskî (Avram Noam Chomsky),  Parlemanterê Yekîtiya Ewropa Lîza Morgantînî (Luisa Morgantini) û hin endamên konseya lordên Birêtaniyayê.

Rizgarkirina Kobanê

Piştî ku êrîşa leşkerî di 15’ê îlona 2014’am de li dijî Kobanê dest pê kir û piştî 20 rojan ji destpêkirina êrîşê pevçûn derbasî bajêr bûn, DAIŞ’ê karibû di 94 rojan de ji sedî 70 ji giştî rûpîvana bajarê Kobanê dagir bike.

Lê piştî ku koalîsyona navnetewî bi serkêşiya Emerîka û piştgiriya hêzên Pêşmerge ji YPG’ê û YPJ’ê re destwerdana xwe li dijî DAIŞ’ê di parastina bajêr de kirin, hêzên Kobanê karibûn êrîşa çeteyên DAIŞ’ê paşve bidin û rojane serweriya xwe li ser xalên stratejîk ferz kirin.

YPG’ê û YPJ’ê di pevçûnên Kobanê de efsaneyên lehengiyê di fedekariyê de diyar kirin, dema ku karibûn bajarê Kobanê piştî 134 rojan ji şerê berdewam rizgar bikin. Di 26’ê çileya 2015’an de giştî bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin û ala reş a dawî ji banê Kobanê hate daxistin û ala Kesk û Sor û Zer hate bilindkirin.

Berxwedana Kobanê berxwedaneke navnetewî bû, serkeftina wê jî serkeftineke hemû netewan bû

Berxwedana Kobanê berxwedana gelê Kurd derbas kir û veguherî berxwedaneke navnetewî û gelek ciwan ji netew û pêkhateyên cûda beşdarî vê berxwedanê bûn. Ciwanên Ereb li rex ciwanên Kurd şer kirin û ciwanên Kurd jî li rex ciwanên Faris şer kirin û ciwanên Faris jî li rex ciwanên Emerîkî, Birêtanî, Almanî û heta Îsraîlî û Tirkî şer kirin.

Di berxwedana Kobanê de gelek şervanên navnetewî şehîd ketin û piraniya wan ciwanên Tirk bûn, ev yek jî piştrast dike ku berxwedana Kobanê berxwedaneke navnetewî û cîhanî bû û serkeftina wê jî tê wateya ku serkeftina hemû netewan e.

Didome…

ANHA