Têkilî | Derheqê me de
ANHA

15’ê Îlonê.. êrîşa li ser Kobanê û guhartina dengeyan -3

DOSYA

Serkeftina berxwedana Kobanê ji gelên Bakurê Sûriyeyê re bû zayîneke nû

Cumaa Mihemed

KOBANÊ – Serkeftina berxwedana Kobanê û têkşikandina çeteyên DAIŞ’ê dengeyên hêzan li ser axa Sûriye û Îraqê guhert û gelek alî neçar kirin ku hesabên xwe yên siyasî û leşkerî ji nû bikin, nemaze Kobanê bû navenda destpêkirina rizgarkirina Bakurê Sûriyeyê û destpêka tunekirina DAIŞ’ê, bi vê yekê serkeftina Kobanê ji bo hemû gelên herêmê bû zayîneke nû.DOSYA-KOBANE-3 ‫(193200642)‬ ‫‬

Di vê beşa sêyemîn a dosyeyê de em ê encamên serkeftina Kobanê ku di 15’ê tîrmeha 2014’an de dest pê kiriye û bi serkeftina Yekîneyên Parastina Gel/Jin li hemberî çeteyên DAIŞ’ê di 26’ê çileya 2015’an de bi dawî bûye, ango piştî 134 rojan ji berxwedana efsaneyî, vebêjin.

Bê guman berxwedana Kobanê û serkeftina wê guhertineke bingehîn li qada Sûriyeyê çêkir, nemaze çalakiyên şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku giştî cîhanê nas kir ku ew yên herî metirsîdar li ser wan in.DOSYA-KOBANE-3 ‫(193200641)‬ ‫‬

Kobanê navenda destpêkirina rizgarkirina navendên pilankirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ye

Di 26’ê çileya 2015’an de dîroka rizgarkirina bajarê Kobanê, ne pêkan e weke buyerekê were dest girtin ku jibîrkirina wê hêsan be, ji ber ku di vê rojê çerxeriyeke bingehîn riya têkoşînê nexşe kir û diyardeyên rewşa Sûriyeyê ya nû bi riya wê hate diyarkirin.

Piştî ku rizgarkirina Kobanê hate ragihandin, çalakiyên leşkerî nehatin rawestandin, heta ku hemû gundên kantonê hatin rizgarkirin,  di berdewama çalakiyan de gund li pey gund li her sê eniyên şer (başûr, rojhilat û rojava) dihatin rizgarkirin.DOSYA-KOBANE-3 ‫(1)‬

Piştî çend mehan, YPG/YPJ’ê karibûn hemû gundên kantonê ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin û êdî şervanên YPG/YPJ’ê gihîştin ber deriyên navendên ku DAIŞ’ê êrîşa xwe ya li dijî bajarê Kobanê dest pê kiriye.

Rizgarkirina bajaroka Şêxler (El-Şiyûx)

Bajaroka Şêxler di aliyê îdarî de yek ji bajarokên girêdayî bajarê Kobanê ye û 30 km rojavayê bajêr dikeve, welatiyên wê ji pêkhateyên Kurd û Ereb in. Ev dever bi dewlemendiya ava avdanê navdar e ji ber ku li ber keviya rojhiatê çemê Firatê hatiye avakirin û li aliyê din jî bajarê Cerablûsê ye û nêzî 13 km dûrî sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ye.

Bajaroka Şêxler dabeşî du beşên jêrîn û jorîn dibe û navenda êrîşên DAIŞ’ê li dijî Kobanê ji aliyê rojava ve bû, ji ber vê yekê serweriya li ser bajêr tê wateya ku navenda pilankirina êrîşên çeteyan tê şikandin.DOSYA-KOBANE-3 ‫(193200643)‬ ‫‬

Piştî kêmtirî du mehan ji rizgarkirina bajarê Kobanê şervanên YPG/YPJ’ê karibûn di 6’ê adara 2015’an de beşê jêrîn a bajaroka Şêxler rizgar bikin û di rojên pey wê de beşê jorîn û gundên derdora wê hatin rizgarkirin. Bi vê yekê YPG/YPJ’ê rizgarkirina giştî gundewarê rojavayê Kobanê ragihand û şervan gihîştin ber çemê Firatê ku 30 km dûr navenda bajarê Kobanê dikeve.

Rizgarkirina Girê Spî (Til Ebyed) û bihevgirêdana Kobanê û Cizîrê

Şerê di navbera YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê Kobanê bi tundî berdewam kir. Piştî ku giştî gundewarê rojavayê Kobanê û piraniya gundên li başûr hatin rizgarkirin, şer û pevçûn li aliyê rojhilat bi dijwarî berdewam dikirin.

Rojhilatê bajarê Kobanê di aliyê rûpîvanê de berfirehtir bû, ji ber vê yekê serweriya wê demeke bêtir dixwast.

Di dema ku şervanên YPG/YPJ’ê di rizgarkirina gundewarê rojhilatê Kobanê de ber bi bajarê Girê Spî ve gav bi gav pêşve diçûn, fermandariya YPG’ê di 6 gulana 2015’an de hemleyeke leşkerî di bin navê “Hemleya Şehîd Robar Qamişlo” de li herêma Cizîrê dest pê kir da ku gundewarê rojavayê Cizîrê rizgar bike û herdu herêmên Kobanê û Cizîrê bihevûdu ve girê bide.

Di hemleyê de Çiyayê Kizwanan (Ebdulezîz), gundewarê Til Temir û Serêkaniyê hatin rizgarkirin, paşê bajarokên Mebrûka û Silok bi giştî di demeke kurt de hatin rizgarkirin.

Di 15’ê hizêrana 2015’an de YPG/YPJ’ê bajarê Girê Spî ku 60 km rojhilatê Kobanê dikeve rizgar kirin. Ev dever jî girîngiyeke wê ya mezin di aliyê stratejîk de heye ji ber ku yek ji baregehên sereke yên çeteyên  DAIŞ’ê li bakurê Sûriyeyê bû û riya wê ber bi Tirkiyeyê ve bû. Bi rizgarkirina wê herdu herêmên Kobanê û Cizîrê bi hevûdu ve hatin girêdan.

Rizgarkirina Eyn Îsa

Di çarçoveya hemleya Şehîd Robar Qamişlo de, YPG/YPJ’ê di 22’yê hizêrana 2015’an de karibûn bajaroka Eyn Îsa ya 70 km başûrrojhilatê Kobanê rizgar bikin û Tugaya 93 bi dest xwe ve bînin ku çeteyên DAIŞ’ê miqdareke mezin ji çekan ji vir wergirtibûn û di êrîşa li dijî Kobanê de bikar anîn.

Bi rizgarkirina bajaroka Eyn Îsa, sê baregehên sereke yên çeteyên DAIŞ’ê piştî Girê Spî û Şêxler hatin hilweşandin.

Rizgarkirina bajaroka Sirrîn

Bajaroka Sirrînê 45 km başûrê bajarê Kobanê dikeve, ew jî yek ji navendên sereke yên çeteyên DAIŞ’ê bû û weke xaleke êrîşên çeteyan li dijî bajarê Kobanê ji aliyê başûr ve dihatin bikar anîn.

Her wiha çeteyên DAIŞ’ê di 25’ê hizêrana 2015’an de ji bajaroka Sirrînê êrîşek dest pê kir û li gundê Berx Botan û bajarê Kobanê komkujiyeke pêk anî û di encamê de 233 welatiyên sivîlê bûn qurbaniya vê komkujiyê.

Di çalakiyeke leşkerî ya YPG/YPJ’ê ya berfireh de, karibûn bajaroka Sirrîn di 27’ê tîrmeha 2015’an de bi giştî rizgar bikin.

Rizgarkirina Bendava Tişrîn û bajarê Minbicê

Serkeftinên YPG/YPJ’ê û paşê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku di 15’ê cotmeha 2015’an de bi armanca rizgarkirina giştî axa Sûriyeyê ji komên terorîst û di serî de çeteyên DAIŞ’ê hatibû avakirin, li pey hev hatin.

QSD’ê ku YPG/YPJ’ê hêza wê ya bingehîn e karibû di 26’ê kanûna 2015’an de Bendava Tişrînê rizgar bike û bi vê yekê serkeftineke din a mezin di rêzeserkeftinan de bi dest xwe ve anî.

Tevgerbûyîn wisa dom kir; ango li ser serkeftina berxwedana Kobanê destkeftî li pey hev dihatin û hemleyên rizgarkirina bajar û herêmên derdora bajarê Kobanê yên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ne li pey hev pêk hatin û di encamê de Hêzên Meclîsa Minbicê ya Leşkerî û HêzênSûriya Demokratîk ji Bendava Tişrînê hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê dane dest pê kirin.

Di 12’ê tebaxa 2016’an de van hêzan piştî 75 rojan ji şerê berdewam karibûn bajarê Minbicê ku di aliyê stratejîk de gelekî girîng e rizgar bikin, nemaze ji ber ku navenda pilankirina êrîşên DAIŞ’ê li derveyî Sûriyeyê bû û hin ji van êrîşan li dewletên rojavayî pêk hatin.

Ji Kobanê ber bi Reqqa.. Kobanê bû xala destpêkê ya tunekirina DAIŞ’ê

Bi rastî serkeftina şerê Kobanê têkçûna destpêkê ya çeteyên DAIŞ’ê bû û li ser vê yekê şerê Reqqa hate destpêkirin û serweriya DAIŞ’ê li Sûriye û Îraqê hate sînordarkirin. Ev rastiyek e û ne pêkan e were paşguhkirin.

Serkeftina berxwedana Kobanê bû xala destpêkê ya tunekirina çeteyan û baregehên wê li pey hevûdu dihatin hilweşandin. Li ser vê yekê şerê Kobanê û serkeftina wê zemîna şerê rizgarkirina Reqqayê baregeha sereke ya çeteyan li Sûriyeyê ava kir, her wiha hemleya rizgarkirina bajarê Mûsilê li Îraqê û hemû navendên çeteyan ên li Sûriye û Îraqê li ser bingeha serkeftina berxwedana Kobanê pêk hatin.

Di 6’ê mijdara 2016’an de Hêzên Sûriya Demokratîk destpêkirina hemleya “Xezeba Feratê” ji bo rizgarkirina gundewarê Reqqayê ragihand. Şer û pevçûn di gelek qonaxan de hatin domandin û di encamê de bi sedan gund ên weke (El-Curniyê, El-Keramê, Til El-Semin, El-Mensûra, bajarê Tebqa û bendava sereke ya di Sûriyeyê de Bendava Feratê) hatin rizgarkirin û hêzên şoreşger gihîştin ber deriyê bajarê Reqqayê.

Di 6’ê hizêrana 2017’an de heman hêzan destpêkirina hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê ji destên çeteyên DAIŞ’ê ragihand û hemle heta niha berdewam e û di encamê de heta niha ji sedî 70 ji bajarê Reqqayê hatiye rizgarkirin.

Çavdêr guman dikin ku şerê Reqqayê di destpêka meha mijdara bê de bi encam bibe, lê tevî vê yekê şer ranewestiya ye û di hundirê bajêr de pevçûn bi dijwarî berdewam dikin.

Serkeftina berxwedana Kobanê zayîneke nû ya gelên Bakurê Sûriyeyê ye

Nayê veşartin çeteyên DAIŞ’ê pîvanên hişk û hov li ser welatiyên herêmên di bin serweriya wê de bûn ferz kiribûn, ji ber vê yekê asta trajediya li van deveran gihîşt asta herî jor. Rizgarbûna ji destên DAIŞ’ê ji bo van welatiyan xewnek bû û gelek kesên li van deveran di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de jiyan dikir bawer dikir ku têkbirina çeteyan ne pêkan e.

Lê bi rizgarkirina gund, bajarok û bajaran li pey hev, dîsa roja hêviyê li ser welatiyên bajarên bakurê Sûriyeyê hilhat û li benda hêzên ku bi saya wan berxwedana Kobanê bi serketiye diman û ji vir û bi rihê wê çalakiyên rizgarkirina bajarên Bakurê Sûriyeyê ji bajarê Girê Spî, Eyn Îsa, Minbicê û heta Reqqayê dest pê kir.

Didome…

(jh)

ANHA