Têkilî | Derheqê me de
ANHA

15’ê Îlonê.. êrîşa li ser Kobanê û guhartina dengeyan -4

Serkeftina Kobanê zemîna ragîhandina Fedraliya Bakurê Sûriyê ava kir

CUMA MIHEMED

KOBANÊ- Piştî ku şerê Kobanê serkeftina dîrokî pêk anî û bajar bi temmî ji çeteyan hate rizgarkirin, Kobanê bû gava destpêkê ya ber bi tunekirina DAIŞʹê. Serkeftina Kobanê bû hêza projeya Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk ku niha jî bi Fedraliya Bakurê Sûriyê tacedar bûye.

Di beşê 4ʹan a dosya ku me tê de bal kişand ser destpêkirina êrîşa çeteyên DAIŞʹê ya li ser Kobanê ku di 15ʹê îlona 2014ʹan de hate destpêkirin. Ji vir berxwedan destpê kir û di encamê de herêm gav bi gav hate rizgarkirin.  Em ê îşaret pê bikin ku çawa serkeftina Kobanê bû destpêka tunekirina çeteyên DAIŞʹê. Di vê beşê dosyê ku ya dawiye  de em ê bal bikşînin ser wê yekê ku çawa serekftina Kobanê bû zemîna ragîhandina Fedraliya Demokraîtk a Bakurê Sûiryê ku niha gelek alî wê wekî tekane û baştirîn riya çareserkirina aloziya Sûriyê dinrixînin.

Rêveberiya Xweser

Ragîhandina Rêveberiya Xweser li herêmên Rojava (Cizîrê, Kobanê û Efrînê) ku ji sê rêveberiyan pêk tê, di nava xwe de jî rêveberiyên herêmî ku meclîs, sazî, rêveber û dadmenî hatin sazkirin.

Rêveberiya Xweser di 21ʹê çotmeha 2014ʹan de li Cizîrê û paşê di 27ʹê mehê de li Kobanê hate ragîhandin. Bê guman êrîşa DAIŞʹê ya li ser Kobanê di hemû aliyên xwe de li dijî Rêveberiya Xweser pêk hat. Ji ber ketina Kobanê dê biba riya destpêka ketina Rêveberya Xweser li hersê kantnan.

Ji vê nerînê ve diyar dibe ku serekftina Kobanê ku bû riya têkçûna mezin a DAIŞʹê serkeftina Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk e û bi bingeha pêşxistina  wê.

Fedraliya Demokratîk berhema Rêveberiya Xweser e

Bi serkeftinên mezin ku Rêveberiya Xweser li Bakurê Sûriyê pêk anî, rêveberiya xweser isbat kir ku ew şeklekî rêveberiyê ye ku hemû gelên herêmê li ser erdê dikarin rêveberiya xwe bikin û xwe li gorî rêgez û bingehên wê yên demokratîk birêxistin bikin.  Ev rêveberî dûrî qanûn û fermanên rêjîmên desthildara ku li ser gelê herêmê feriz dike, pêk tê. Ji ber firehbûna herêmê, pêwîstî hebû ku ev sîstem were pêşxistin da ku karibe beşeke zêetir ji civakê û herêmên mestir di nava xwe de himbêz bike.

Li ser vî esasî û di çarçoveya domandina xebat û tekoşînên hatine meşandin, projeya Fedraliya Demokratîk di 17ʹê Adara derbasbûyî de di encama civînekê ku li bajaroka Rimêlan a kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê de hate ragîahdnin. 200 delegeyên ku nûnertiya hemû gelên Bakurê Sûriyê dikin di civînê de amade  bûn.

Ji bo piratîzekirina projeyê Melcîsa Damezirîner a Sîstema Fedraliya Bakurê Sûriyê hate ragîhandin ,her wiha desteyên rêxistinî û 4 komîteyên taybet jî hatin avakirin. Van komîteyan civîn ji welatiyan re lidar xistin û sîstema fedraliyê ji wan re şîrove dikin. Paşê jî gavên hatine avêtin û destkeftî zêde bûn heta gihiştin ragîhandina qanûna dabeşkirina rêveberiyan û hilbijartinan. Bi xebatên amadekariya qonaxa yekem a hilbijartinên herêmên fedraliyê (hilbijartinên komînan) hate destpêkirin.

Dabeşkirina herêmên Rêveberiya Fedraliyê li gorî sê herêman pêk hat. Ev herêm jî Cizîrê, Kobanê û Efrîn e. Di her herêmekê de jî katnon, herêm, herêm, bajar, navçe û hejmarek bajarok hene.

Piştî rizgarkirina Kobanê têkçûna DAIŞʹê ya yekem û ya mezin li ser destê YPG/YPJʹê pêk hat. Pişt re jî li Sûriyê û Îraqê hemleyên li dijî DAIŞʹê hatin destpêkirin û serekftin bi dest xistin. Rola serkeftina hêzên YPGʹê ya di Kobanê de di pêşxistin û serkeftina hemû hemleyên li dijî DAIŞʹê xwedî bandoreke mezin bû.

Heger Kobanê di 27ʹê çileya 2015ʹan de bi ser neketiba dê  DAIŞ li Girê SPî Minbicê tune nebaya û niha şerê wê di Reqayê de ne hatiba kirin. Ev navên bajarên mezin in, ji bilî wan jî bi sedan bajarok û gund hene ku piştî rizgarkirina Kobanê hatin rizgarkirin.

Yanî bi gotinke din heger serkeftina Kobanê nebaya, dê Rêveberiya Xweser li wan herêmên navberoê serneketiba û Fedraliya Demkratîk ku hêza xwe ji berxwedana Kobanê di aliyê xwe yê siyaî û leşkerî de girt.

Şêniyên wan bajaran piştî serkeftina Kobanê karîbûn xwe birêxistin bikin û rêveberiyên xwe yên xweser di herêmên xwe de ragihînin. Nîşaneya vê yekê jî rêveberiya Minbic û Girê Spî ye. Di heman demê de Meclîsa Sivîl a li Reqayê hatiye ragîhandin û gelê herêmê bi hemû pêkhateyên wê rêveberiya wê dikin.

Ji ber vê yekê û di çarçoveya van guhertinên li ser asta herêmê ku piştî rizgarkirina Kobanê pêk hat, bi aliyên xwe yên leşkerî, siyasî û aborî jî,em dibêjin ku serekftinên hatin bidestxistin zemîna ragîhandina Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê nîşan da. Ev sîstema ku şêniyên wê destnîşan kirin ku ew rêbaza herî baş a ku gel di riya wê re rêveberiya xwe bikin, bi ziman, çand û ola xwe rêveberiya xwe bikin.

Projeya Fedraliya Demokratîk di dema ku projeyên demokratîk ên aliyên din nîne, xwe wekî riya herî guncaw a çareserkirina aloziya Sûriyê nîşan dide. Ev piroje dê çarseriyê ji aloziya Sûriyê ku ev 7 salin dewam dike re bîne.

 (dc)

ANHA