Têkilî | Derheqê me de
ANHA

16 hezar mamoste, hezar û 950 dibistan hatin amadekirin

HAT NÛKIRIN

RÊNAS REMO

QAMIŞLO – Hezar û 950 dibistanên Herêma Cizîrê ya Bakurê Sûriyê deriyên xwe ji sala nû ya xwendinê re vekirin û dê şagirtên astên seretayî, navîn û amadeyî pêşwazî bikin. Di astên seretayî û navîn de , dê meteryalên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bên xwendin. Her wiha zimanê dayikê ya her gelekî bê dayîn.QAM-SALA XWNDINE YE NO (3)

Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Kantona Cizîrê di vê çarçovê de, 16 hezar mamoste perwerde kirin da meteryalên nû bi zimanê kurdî, erebî û siryanî bidin.

Betlaneya havînê bi dawî bû. Nêzî 200 hezar şagirtên Cizîrê yên ereb, kurd û suryan berê xwe dan dibistanan.  Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk sala borî meteryalên xwendinê guhertin û her gelekî bi zimanê dayikê xwendin kir. Ev yek serkeftî bû, li kêleka zimanê dayikê zimanê Ingilîzî û Ferensî jî dihat dayîn.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk îsal dewreyên havînê ji mamosteyan re vekirin. Dewre ji bo amadekirina mamosteyan li ser meteryalên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûn ku 3 mehan dom kirin. Komîteyê her wiha mamosteyên pispor ên zimanên biyanî û psporên madeyên dîrokê, erdnîgariyê , wêje, werzîş û mûzîkê amade kirin.QAM-SALA XWNDINE YE NO (2)

Ji sala nû ya xwendinê , dibistan jî baş hatin amadekirin. Di vê çarçovê de, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 1,5 milyar destnîşan kir da pêdiviyên dibistanan bên peydakirin û dibistanên herêmên vê dawiyê hatine rizgarkirin ku çeteyên DAIŞ`ê xirabe kiribûn, bên tamîrkirin.

Piştî Projeya Hînkirinê ya sala borî ya asta seretayî serkeftî bû, dê îsal xwendekarên asta navîn  meteryalên Rêveberiya Xweser bixwînin. Tê payîn sala bê xwendekarên asta amadehî bi meteryalên Rêveberiya Xweser, bixwînin.

(rr)

ANHA