Têkilî | Derheqê me de
ANHA

180 Ciwanên Reqa û Tebqa tevlî QSD`ê bûn

KOBANÊ – 180 şervan piştî ku dewreya bi navê ʺŞervanên Rizgarkirina Reqayêʺ di Akadimiya Şehîd Fermandar Feysel Ebo Leyla de bi dawî kirin, fermî tevlî QSD`ê bûn.MEHMUD ISMAHIL

Di dewereya ku 15 rojan dewam kir de Şervanan dewreya li ser çawaniya bikaranîna çekên giran û sivik dîtin. Hemû şervanên tevlî dewereyê bûn ji gundên Reqa, Tebqaz û gundên girêdayî wan in.

Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Hejmarek Fermandarên QSD`ê beşdarî merasîmê bûn. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî destpê kir û paşê Endamê Fermandariya QSD`ê Mehmûd Ismayîl dewre li şervanan pîroz kir û got ku baweriya welatiyên Reqa heye ku dê herêmên wan hemû ji çeteyan rizgar bikin û wê DAIŞʹê di herêmê de bi temamî were şikandin.

Ismayîl di berdewama axaftina xwe de her wiha got ku bajarê Reqayê li ber rizgarkirinê ye û  ev tişt anî ziman: ʺGelê Reqa dê rêveberiya bajarê xwe bikin. DIvê hemû kes erka xwe ya parstina welat pêk bîne.ʺ

Endamê Fermandariya QSDʹê Mehmûd Ismayîl di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya şehîdan dubare kir.

Paşê Şervanan sûnda leşkerî xwarin. Merasîm bi diruşmeyên dilsoziya bi YPG/YPJʹê û QSDʹê dê bi dawî bû.

(jo/dc)

ANHA

KOBANE-180-SERVAN-TEVLI-REFE-QSD-DIBIN ‫(153223681)‬ ‫‬ KOBANE-180-SERVAN-TEVLI-REFE-QSD-DIBIN ‫(153223682)‬ ‫‬ KOBANE-180-SERVAN-TEVLI-REFE-QSD-DIBIN ‫(153223683)‬ ‫‬ KOBANE-180-SERVAN-TEVLI-REFE-QSD-DIBIN ‫(1)‬ ‫‬