Têkilî | Derheqê me de
ANHA

19 girtî li ser daxwaza rûsipiyên herêmê serbest hatin berdan

GIRÊ SPÎ – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî û Meclîsa Rûsipiyan 19 girtî li ser daxwaza malbata wan û êlên herêmê serbest berdan.

Li bajarê Girê Spî 19 kes ji ber têkiliya wan a bi çeteyên DAIŞ`ê re hatibûn girtin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî û Meclîsa Rûsipiyan li ser daxwaza malbata wan û êlên herêmê ew her 19 kes serbest berdan.

Her 19 kes bi şertê ku serî li Hêzên Ewlekariyê bidin û careke dîtir bi gurûpên terorê re nekevin nava têkiliyê serbest hatin berdan.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî û Meclîsa Rûsipiyan spas  YPG`ê  kirin ji ber ku di serbestberdana 19 girtiyan de bi wan re bûne alîkar.

(np)

ANHA

GIRE SIPI-BERDANA-19-KESA-BI-TIHMA-KU-DESTE-WAN-BI-CETARA-HEBUN1 GIRE SIPI-BERDANA-19-KESA-BI-TIHMA-KU-DESTE-WAN-BI-CETARA-HEBUN6 GIRE SIPI-BERDANA-19-KESA-BI-TIHMA-KU-DESTE-WAN-BI-CETARA-HEBUN5 GIRE SIPI-BERDANA-19-KESA-BI-TIHMA-KU-DESTE-WAN-BI-CETARA-HEBUN4 GIRE SIPI-BERDANA-19-KESA-BI-TIHMA-KU-DESTE-WAN-BI-CETARA-HEBUN2 GIRE SIPI-BERDANA-19-KESA-BI-TIHMA-KU-DESTE-WAN-BI-CETARA-HEBUN3