Têkilî | Derheqê me de
ANHA

2 cangorî hatin oxirkirin û nasnameyên du têkoşeran hatin eşkerekirin

Dîmen

QAMIŞLO – Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên du cangoriyên azadiyê ku di Hemleya Xezeba Firatê de şehîd bûne, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir kirin. Her wiha nasnameyên gêrîllayeke HPG′ê û şervanekî YPG′ê jî, hatin eşkerekirin.QAMISLO-3-SEHID-BI-MERASIMEKE-HATIN-OXIRKIRIN1 ‫(1)‬ ‫‬

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên şervanên YPG′ê Etallah Xidir Taha yê Iraqî (Can Polat) û Xelîl Şêxo (Cîlo Qamişlo) ku di şerê bajarê Tebqayê de şehîd bûne, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir kirin. Her wiha nasnameya gêrîllaya HPG′ê Şeyma Ebdulrehman (Awaz Ristem) a ji pêkhateya Ereb  ku li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê şehîd bûye û şervanê YPG′ê Xelîl Mehmûd ku li bajarê Tebqayê şehîd bûye, hatin eşkerekirin.

Li goristanê deqeyek rêz hat girtin û toraneke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Umer Elî axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û da zanîn ku van cangoriyan ji bo biratiya gelan û yekîtiya gelên herêmê li hember êrîş û planên dijmin, ava kirin.QAMISLO-3-SEHID-BI-MERASIMEKE-HATIN-OXIRKIRIN1 ‫(271712769)‬ ‫‬

Cîgirê Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Ayid Ibrahîm jî sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û anî ziman ku gelê Kurd, Ereb û Suryan yekîtiya xwe avakirin.

Birayê şehîd Awaz Ristem jî soza şopandina riya xwîşka xwe da û sersaxî ji tevahî gelên Kurdistanê re xwest.

Piştî axaftivanan, nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên Can Polat û Cîlo Qamişlo, li goristanê hatin oxirkirin.

(mm)

ANHA