Têkilî | Derheqê me de
ANHA

20 ciwanên Raco tevlî Foca leşkerî bûn

EFRÎN – 20 ciwanên ji gundê Meydan Ikbis a navçeya Racoya Efrînê tevlî foca leşkerî bû da ku cihê xwe di xebatên parstina herêmê de bgirin.EFRIN-RECO-GEL-BI-SAHI-ZAROKEN-XWE-OXIR-YPG-DIKIN ‫(1)‬

Di dema ku Herêma Efrîn bi herdû kantonên xwe Efrîn û Şehbayê rastî tehdîdan tê, tevgera welatiyan a ji bo pastina herêmê zêde dibe. Di vê çarçoveyê de 20 ciwanên ji gundê Meydan Ikbis a navçeya Raco ya Efrînê tevlî focên leşkerî bûn û cihê xwe di xebatên pastina kantonê de girtin.

Ciwanên ku tevlî focan bûne, bi beşdarbûna malbatên şehîdan û Meclîsa Leşkerî ya YPG`ê li meydana gund kom bûn û tevlî şahiya ku ji bo tevlîbûna ciwanan hatiye lidarxistin bûn.EFRIN-RECO-GEL-BI-SAHI-ZAROKEN-XWE-OXIR-YPG-DIKIN ‫(193790468)‬ ‫‬

Di şahiyê de hemû ciwanên ku tevlî foca bûne li ber gel rawestiyan û bangle hemû kesî kirin ku tevlî xebatên parstinê ya herêmê bibin.

Kantonên Efrîn û Şehbayê yên herêma Efrîn a Fedral ev demeke rastî êrîşên Artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê tên.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê berê bang li welatiyên Efrînê kiribû ku tedbîrên xwe yên ewlekariyê bigirin û li dijî êrîşan amadekariyan bikin. Şêniyên Efrînê jî bi çalakiyên cûrbecûr diyar kirinku ew ê bi hemû hêza xwe li dijî êrîşan bisekinin û parstina herêmê bikin.

(jo)

ANHA