Têkilî | Derheqê me de
ANHA

200 koçberên Reqqayê xwe gihandin Minbicê

Dîmen

MINBIC-200 koçberên ku ji herêmên Reqqa û Tebqayê koçber bûne, xwe spartin bajarê Minbicê, Komîteya Kar û Barên Koçberan pêwîstiyên wan peyda kir.MINBC-200-KOCBER1

Koçberiya ji herêmên Reqqa û Tebqayê didome, koçber berê xwe didin herêmên rizgarkirî. Şeva din 200 welatiyên koçber xwe gihandin bajarê Minbicê.

Komîteya Kar û Barên Koçberan a girêdayî Rêveberiya Sivîl a Minbicê û Gundewarên wê pêşwaziya koçberan kirin û li gorî derfetan pêdiviyên wan bi cih anîn.

Komîteya Kar û Barên Koçberan welatiyên koçber li mizgefta gundê Kabir Sexîr ê 5 kîlometreyan dikeve başûrê Minbicê bi cih kirin û livîn, şîr û zarokan, pêdiviyên tenduristiyê pêşkêş kir. yek ji şêniyên gund şîv ji koçberan re amade kir.

(bb/dc)

ANHA

MINBC-200-KOCBER3 MINBC-200-KOCBER4 MINBC-200-KOCBER