Têkilî | Derheqê me de
ANHA

2017 sala rizgarî û avakirinê bû

TÎRAST CÛDÎ

EFRÎN – Di sala 2017’an de gavên mezin di aliyê aborî de hatin avêtin, çi di aliyê avakirina projeyên geşkirin û hevkariyê de û çi jî rizgarkirina deverên jêdera enerjiyê yên sereke li Bakurê Sûriyeyê û vegerandina wan ji bo xizmeta gelê Sûriyeyê û êdî herêmên Bakurê Sûriyeyê bêtirî %60 ji giştî aboriya Sûriyeyê pêk tîne.

Tevgera aştiyane ya Rojavayê Kurdistanê ji destpêkê ve ya li dijî sîstemên desthilatdar ku li ser gel dihat meşandin şoreşek pêk anî da ku keysbaziya siyasî bidawî bike. Welatiyan di vê şoreşê de xwespartin rêveberiyên herêmî ku hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê cihê xwe têde girtin da ku nimûneyekê ava bikin û civaka demokratîk û ekolojîk ji xwe re bingeh bigire û cewhera aboriya civakî û komînal ava bike.

Avakirina komînan bandoreke erênî di asta komîn, kanton û herêman de li aboriya Rojava kir. Di sala 2017’an de gelek projeyên hevkar hatin avakirin û gelek projeyên din jî hatin aktîfkirin, nemaze gelek projeyên kevin hatin pêşxistin û di van projeyan de beşdarbûna jinan balkêş bû ku êdî rêveberiya çerxa aborî ya herêmê dike.

Li herêmên Bakurê Sûriyeyê gelek jêderên enerjiyê hene û beşê wê yê mezin berhemên xwezayî ne, li rex vê yekê herêmê di nava ewlehî û aramiyekê de jiyan dike. Herêmên di bin serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ne bêtirî çaryek ji rûpîvana giştî Sûriyeyê ye, ango bi qasî 47 hezar kîlomître karê.

Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de hatiye ragihandin, herêmên ku QSD’ê rizgar kirine damara jiyana aboriya Sûriyeyê ne ji ber ku %35 ji van herêman ji çandiniyên cûda re gelekî guncaw in û di nava wan de bêtirî %40 hilberînên pembo û tenelî yên giştî berhemdariya hundirîn a Sûriyeyê pêk tîne.

Kantona Efrînê

Di sala 2017’an de gelek koperatîfên aborî li navend û navçeyên kantonê hatin avakirin û armanc ji vê yekê ew e ku sîstemeke komînal di xebatan de pêk were da ku aboriya civakî were pêşxistin. Her wiha gelek xwaringeh û koperastîfên taybet bi jinan li navenda kantonê û navçeya Cindirêsê hatin avakirin.

Komînan jî pêdivî û daxwaziyên aborî û jiyanî ji welatiyan re peyda kirin. Li navçeya Cindirêsê 12 komînan peywirên peydakirina kehrebeyê ji welatiyan re ji komîteyên xizmetguzarî û aborî wergirtin û welatî ji bazirgên keysbaz parastin.

Navenda Geşkirina Aborî ya kantonê geleke projeyên çandinî û pîşeyî ava kirin da ku sîstema xwetêrkirinê li herêmê pêk bîne weke projeya çandiniya kuvarik, xwedîkirina mêşên hunguv, xwedîkirina masiyan, fabrîkeya êma sewalan û gelek porjeyên din. Her wiha yekemîn navenda xwedîkirina çêlekan li gundê Keferromê ava kir.

Li bajarê Helebê jî jinên taxa Şêxmeqsûd bi riya projeyên bi çûk aboriya xwe ya xweser ava dike. Her wiha Tevgera Civaka Demokratîk jî naveneke aboriya civakî li taxa Şêxmeqsûd vekir.

Kantona Cizîrê

Li kantona Cizîrê pêşketineke başkêş di aliyê aborî de pêk hat, her wiha navendên karkirina jinan û projeyên taybet bi jinan hatin destpêkirin ên weke xwaringeh, kargehên dirûtinê, navenda pêşxistina malbatê û gelek projeyên din.

Li devera Girkê Legê projeyên çandiniyê ji aliyê Navenda Geşkirina Aborî ya Rojava ve hatin pêşxistin û tenê di sala 2017’an de 51 xanîkên pilastîkê yên çandiniyê hatin ava kirin û têde cûreyên cûda yên sebzeyê tên çandin.

Li Hesekê, Odeya Pîşekarî û Bazirganiyê koperatîfekê yekemîn fabrîkeya girar ava kir û hilberîna wê rojane digihêje 20 ton.

Li devera Dêrikê şîrketa Cûdî ya çandiniyê a girêdayî Navenda Geşkirina Aborî 8 hiktar bi cûreyên cûda yên sebzeyê çandin û dest bi firotina berhemên xwe kir.

Li devera Girkê Legê kompartîfekê fabrîkeyeke dagirtina ava vexwarinê avakir. Li navçeya Tirbespiyê koperatîfeke berhemên şîremeniyê li gundê Mizgeft hate avakirin.

Komîteya Çandiniyê ya bajarê Hesekê ya girêdayî Desteya Aborî ya kantona Cizîrê di 18’ê Sibata 2017’an de gelek destûrên navendên xwedîkirina mirîşkan erê kirin. Her wiha bêtirî 2100 donim bi darên berhemdar çandin.

Reqa, Tebqa û Cizîra Sûriyeyê

Herêmên Tebqa, Reqa û Cizîra Sûriyeyê bi berhemên xwezayî û jêderên enerjiyê gelekî dewlemend in. welatiyên van herêman di asta yekemîn de xwe dispêrin çandiniyên avî û ava xwe avdana zeviyan ji çemê Feratê werdigirin.

Bendava Feratê bendava herî mezin û sereke di Sûriyeyê de û duyemîn bendava li Rojhilata Navîn e û di projeyên çandiniyê de sûd jê tê wergirtin û kehrebe bi riya wê tê peydakirin.

Welatiyên bajarê Reqayê debara xwe bi awayekî sereke ji çandiniyê werdigirin, her wiha di xwedîkirina sewalan de jî navdar in û çandiniya pembo di asta yekemîn de ye.

Piştî ku bajarê Tebqa hate rizgarkirin, karîgeriya pîşekariyê gelek destûrên pîşekarî û kargehên pîşeyî dan welatiyan û bi armanca pêşxistina rewşa pîşekariyê gelek veguhertin di avahiyên kargehan de çêkirin her wiha alîkarî bi kargehên bi çûk re jî kir.

Hejmara giştî destûrên hatine dayîn piştî rizgarkirinê 27 in. Li bajarê Tebqayê her wiha damezirandina Desteya Aborî hate ragihandin û xebatên xwe ji bo avakirina motika aborî li herêmê dane destpêkirin.

Li Dêrazorê hêzên QSD’ê mezintirîn febrîkeya gazê ya di Sûriyeyê de fabrîkeya Konîko ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Her wiha mezintirîn zeviyê petrolê El-Umer ku rojane 30 hezar bermîlên petrolê derdixîne rizgar kir.

Li gorî van agahiyên jorîn diyar dibe ku herêmên federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê xwedî %70 ji yedeka petorla Sûriyeyê ye û yek ji fabrîkeyên herî girîng ên gazê di Rojhilata Navîn de digire nava xwe. Hilberîna vê Bakurê Sûriyeyê % 60 ji giştî berhemdariya hundirîn a Sûriyeyê ye. Serkeftinên aborî yên li Bakurê Sûriyeyê pêk hatine dihêle ku ji bo giştî Sûriyeyê bibe mînak û ev sîstema ku hatiye meşandin li giştî Sûriyeyê pêk were.

Kantona Kobanê

Li kantona Kobanê di sala 2017‘an de, bi beşdarbûna zêdeyî 700 malbatî 35 koperatîfên çandiniyê hatin avakirin. Di vê çarçoveyê de 250 donim zevî hate istismarkirin. Avakirina koperatîfan bedewam e, tê payîn ku hejmar du qat zêde bibe.

Desteya Aborî bi mebesta pêşxistina beşê sewaldariyê li kantonê, di destpêka Çileyê de, mezreya xwedîkirina çêkekan vekir, di vê mezreyê de 39 çêlek têne xwedîkirin. Ev proje bi abonetiya 6 kesên ji kantonê pêk hat.

Di sala 2017‘an de li kantona Kobanê her wiha, bi abonetiya 6 kesan û birêveberina bijîjkekî beyterî, mirîşxaneyeke ku berê hatibû vekirin, hate aktîvkirin, armanc ji vê projeyeê ew ku buhayê mirîşkan li bazaran erzan bibe û hejmara wan zêde bibe.

Desteya Jin a kantona Kobanê di 11‘ê Cotmehê de, ji armanca ku derferên kar ji bo jinan peyda bike da ku bi xwe debara xwe bi cih bînin, bi navê “Vîna Jin” Kargeha mûnê vekir.

 (jh)

ANHA