Têkilî | Derheqê me de
ANHA

2017 têkşikandina DAIŞ û pêkanîna xeta parastina Bakurê Sûriyeyê bû

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN – Di sala 2017’an de pêşketinên mezin di aliyê leşkerî de pêk hatin. QSD û Hêzên Koalîsyonê bi riya sîstemeke leşkerî ya hevgirtî karibûn DAIŞ’ê li herêmên Bakurê Sûriyeyê hema bi temamî têk bibin. Hêzên QSD’ê karibûn xeta parastina herêmê pêk bînin û herêmeke bi dirêjahiya 298 km û bi paniya 54 heta 70 km rizgar bikin.PANORAMA-3-300x237

Hemleya Xezeba Firatê

Hêzên QSDʹê di çarçoveya Hemleya Xezeba Firatê ya ku 6ʹê Mijdara sala 2016ʹan dest pê kir, di destpêka sala 2017ʹan de ber bi baragehên çeteyên DAIŞʹê yên li gundewarên rojhilat, rojava û bakurê Reqayê ve pêşve çûn û di demeke kurt de rûberên fireh rizgar kirin.

Hêzên QSDʹê serkeftinên mezin hatin bidestxistin, gelek navçe û noqteyên stratejîk hatin rizgarkirin û rûbera du hezar û 480 km2  (196 gund  di nav de gundê Mehmûdiyê yê stratejîk ku 1ʹê Çile û kela Caber a dîrokî ku 6ʹê Çile hatin rizgarkirin) hat rizgarkirin.

Di 4ʹê Sibatê de jî QSDʹê pêvajoya sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina gundewarên rojava û rojhilatê bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞʹê rizgar kirin. Di 13ʹê Nîsanê de jî pêvajoya 4ʹemîn a hemleyê hat destpêkirin.

Rizgarkirina bajarê Tebqayê

Gavên girîng ên ku di herdû pêvajoyên sêyemîn û 4ʹemîn de hatin avêtin, operasyona taybet a hêzên QSDʹê û hêzên koalisyona navneteweyî ya 21ʹê Adarê ya rizgarkirina bajarê Tebqayê. Ev operasyon heta 10ʹê Gulanê dom kir û bajarê Tebqayê bi temamî hat rizgarkirin. Ev operasyon tu têkîliya wê bi Hemleya Xezeba Firatê nîne.

Herçar pêvajoyên hemleya Xezeba Firatê nêzî 8 mehan dom kirin. Di van pêvajoyan de hêzên QSDʹê û koalisyona navneteweyî bajarê Reqayê (barageha sereka ya DAIŞʹê) ji herçar aliyan ve dorpêç kirin.PANORAMA-6-300x200

Hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê

Piştî ku bajar ket bin dorpêçê, hêzên QSDʹê di 6ʹê Hezîran ê de daxuyaniyek dan raya giştî. Di daxuyaniyê de ʺCenga mezinʺ a rizgarkirina Reqayê hat ragihandin û hêzên QSDʹê dest bi şikandina xetên parastinê yên çeteyên DAIŞʹê kirin û bajar tax bi tax rizgar kirin. Her wiha zêdeyî 170 hezar sivîl jî rizgar kirin.

Cenga mezin 134 rojan bi hemû dijwariya xwe dom kir. Di 17ʹê Cotmeha 2017ʹan de jî hêzên QSDʹê saet di 14.57ʹan de bajarê Reqayê bi temamî ji çeteyên DAIŞʹê rizgar kirin. Bi vê yekê DAIŞ li tevahî Bakurê Sûriyê, Sûriyê û Rojhilata Navîn têk çû.

Hemleya Olaşlî

Di heman çarçoveyê de û di destpêka Adara 2017’an de û ji bo şikandina êrîşên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên wê li dijî herêmên rojavayê bajarê Minbicê, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hemleyeke leşkerî li rojavayê Minbicê dest pê kir. Armanca vê hemleyê jî ew e ku rê li pêşiya êrîşên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên Mertala Feratê yên dubare li dijî herêmê û welatiyên gundên rojavayê Minbicê bigire. Hemle 7 rojan dom kir.PANORAMA-10-300x200

Di vê hemleyê de, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersivên giran dane artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên wê, şervanan 7 tankên û gelek panzêrên leşkerî yên artêşa Tirk rûxandin, şervanan her wiha miqdareke mezin ji cebilxaneyê û hejmareke siwareyên leşkerî destser kirin û bi dehan çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyeyê kuştin û xeta parastina rojavayê Minbicê pêk anîn.

Hemleya Bagera Cizîrê û têkşikandina komikên DAIŞ’ê li rojhilatê çemê Feratê

QSD’ê di 9’ê Îlonê 2017’an de li rex hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê hemleyeke din bi navê “hemleya Bagera Cizîrê” ji bo rizgarkirina gundewarê rojhilatê çemê Feratê û Cizîra Sûriyeyê dest pê kir. Vê pêngavê ji cîhanê re îspat kir ku êdî hêza QSD’ê ji bo hemû welatiyên Bakurê Sûriyeyê ronahiya azadiyê ye û dikare tarîtiya DAIŞ’ê têk bibe.

Hemleya Bagera Cizîrê hêjî berdewam e û şervan gelekî pêşve çûn û di 25’ê Mijdarê de şervanên QSD’ê gihîştin sînorên di navbera Sûriye û Îraqê de û piştî pevçûnên giran bi çeteyên DAIŞ’ê re ku bêtirî hefteyekê dom kirin, li nêzî bajarê Bokemal bi cih bûn.

Di hemleyên QSD’ê yên sala 2017’an de şervanan karibûn bi giştî herêmeke bi dirêjahiya 298 km û bi paniya 54 heta 70 km ji destên çeteyên DAIŞ’ rizgar bikin.PANORAMA-11-300x213

Bersivdayîna êrîşên artêşa dagirker a Tirkiyeyê

Pêşveçûna şervanên QSD’ê li Bakurê Sûriyeyê û li Minbicê ne li gorî daxwaza dewleta Tirkiyeyê bû, ji ber vê yekê artêşa dagiker a Tirkiyeyê ji destpêka 2017’an ve bêtirî 87 êrîş li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê û bi taybet li dijî rojavayê Minbicê pêk anîn. Êrîşên artêşa Tirk li dijî gundên girêdayî Minbicê bêtirî 60 êrîşan bûn. Artêşa Tirk gelek caran êrîşên xwe bi balefiran pêk anîn. Di 26’ê Nîsana 2017’an de dema ku şervanên QSD’ê li herêmên Reqayê di şerekî giran a li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bûn, 26 balefirên şer ên Tirkiyeyê li dijî herêma Cizîrê li devera Qereçox êrîşek pêk anîn û baregehên Yekîneyên Parastina Gel/Jin (YPG/J) armanc girtin. Di encamê de nêzî 20 şervanên YPG’ê û YPJ’ê şehîd ketin û di nava wan de 3 rojnamegerên şer hebûn. Her wiha 38 şervanên YPG’ê û YPJ’ê birîndar bûn.

Avakirina focên leşkerî

Bi armanca xurtkirina sîstema leşkerî û çespandina têgehên parastina rewa li herêmên Bakurê Sûriyeyê, QSD’ê hejmareke navendên leşkerî vekirin. Yek ji van navendan Buroya Têkliyên Leşkerî bû û peywira wê pêşxistina têkliyên leşkerî bi hêzên din ên li herêmê re ye. Dadgeha Leşkerî û peywira wê jî ew e ku li ser giliyên leşkerî raweste.

Bi armanca belgekirin û arşîvkirina sicilên leşkerên QSD’ê Navenda Çapemeniyê vekir û hemû sicil û belgeyên girêdayî leşkeran qeyd dike. Her wiha hemû şerên ku şervanên QSD’ê beşdar bûye belge bike û bi raya giştî re parve bike.PANORAMA-12-300x225

Yek ji pêngavên rêxistinî yên ber bi çav ku QSD’ê di sala 2017’an de pêk aniye, hêzên leşkerî yên Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê (QSD’ê, YPJ’ê û YPJ’ê) sîstemeke leşkerî û fikrî ya temam ava kirin û di 7’ê Sibata 2017’an de dest bi avakirina focên leşkerî kirin.

Foca yekemîn li kantona Kobanê ya herêma Feratê di 13’ê Sibatê de hate avakirin. Hejmara focên leşkerî yên heta niha li herêma Feratê hatine avakirinn 7 foc in. Li herêma Efrînê jî yekemîn foc di 27’ê sibatê de hate avakirin û di dawiya sala 2017’an de hejmara focên li herêma Efrînê  hatine avakirin 10 foc in. Li herêma Cizîrê jî 11 foc hatin avakirin. Di 14’ê Mijdara 2017’an de QSD’ê bi awayekî fermî avakirina yekemîn foca leşkerî li herêma Tebqayê ragihand. Di heman demê de hêzên rêjîmê û alîgirên wê gefên êrîşan li hêzên QSD’ê xwarin. Paşê jî Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 27’ê Mijdarê de yekemîn foca xwe ya leşkerî bi navê foca Şehîd Ednan Ebû Emced ragihand.

Çalakiyên birêxistinkirin û xurtkirina sîstema leşlkerî li Bakurê Sûriyeyê hê jî berdewam e…

(jh)

ANHA

PANORAMA-14-300x200 PANORAMA-17-300x200 EFRIN-DIWEKERNA-TUGIYA-SEIYAMEN-E280AB138215941E280AC-E280ABE280AC-300x200-300x200