Têkilî | Derheqê me de
ANHA

21 şehîdên berxwedana serdemê hatin oxirkirin

EFRÎN – Welatiyên Efrînê cenazeyên 20 şervanan û sivîlekî bi merasîmeke bi heybet li mezara Şehîd Avesta Xabûr a li gundê Kefer Şîlê yê bajarê Efrînê oxir kirin.EFRIN-OXRKIRNA-20 SAHIDA (1)

Berxwedana serdemê ya Efrînê li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê berdewam dike. Welatiyên Efrînê îro cenazeyên 21 şervanên YPG’ê, YPJ’ê, HPC’ê û welatiyekî sivîl bi merasîmeke bi heybet li mezara Şehîd Avesta Xabûr a li gundê Kefer Şîlê ya Efrîn oxir kirin. Welatiyan di merasîmê de wêneyên şehîdan bilind kirin û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re qîriyan.

Welatiyan piştî ku cenazeyên şehîdan ji nexweşxaneyên wergirtin di nava kolanên bajêr re geriyan û li qada bajêr rawestiyan û merasîmek lidarxistin. Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mehmûd Cafer axivî û wiha got: ” bi saya fedekariya şehîdan hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê li dijî welatiyên herêmê tê şikandin. Em soz didin ku şopdarên riya şehîdan bimînin.”

Di merasîmê de Endamê Rêveberiya Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Dijwar Ehmed got ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê ev 26 roj in bê navber bi hemû hêz û teknolojiya xwe ya leşkerî hewl didin armancên xwe li herêmê pêk bînin. Lê bi saya şervanên azadiyê û îradeya gelê herêmê hemû hewldanên wan vala tên derxistin.

Di dawiya merasîmê de welatiyan cenazeyên şehîdan li ser milên xwe kirin û di nava tilîliyên dayîkan û durşmeyan de ber bi mezara şehîd Avesta Xabûr ve çûn.EFRIN-OXRKIRNA-20 SAHIDA (3)

Nasnameyên şehîdên hatine oxirkirin wiha ne:

Şehîdên YPG’ê: “Serhed Zafir (Awaz Xebat), Ebas Elî (Bakur Kobanê), Şiyar Reşîd (Çekdar Rojhilat), Îbrahîm Hemo (Cigerxwîn), Yûsif Mihemed (Delîl Amara), Hisên Cemalî (Dilşêr), Ebdo Hemo (Doxan Serhildan), Heyder Elî (Egîd Mezlûm), Azda Bawer, Mihemed Qoş (Birûsk Efrîn), Mihemed Hesen (Şoreş Amanos), Sîpan Elî (Zana Zagors), Nûrî Çîlo (Êrîş Efrîn), Mihemed Elî (Şiyar Zagros) û Neşat Hesen (Wîdad Dilşêr).”

Şehîdên HPC’ê: “Kawa Şahîn (Kawa), Ciwan Hemo (Ciwan), Demhat Qenber (Demhat) û Ebdik Fûzî.”

Şehîdê sivîl: Ridwan Hisên.

(jh)

ANHA