Têkilî | Derheqê me de
ANHA

22 partî û tevgerên siyasî piştgirî dan hilbijartinên fedraliyê  

NAVENDA NÛÇEYAN –22 partî û tevgerên siyasî yên Bakûrê Sûriyê daxuyaniyek hevbeş dan û gotin ku hilbijatin fersendeke başe ji bo gelê Bakûrê Sûriyê ye  û wiha dikare bi hemû derfetên xwe beşdar bibe û roleke baş ji bo xizmeta gel û civakê bilîze.

Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin:

ʺBi salan gelê me di bin sîstemeke dîktator de jiyan dikir, nikaribû nûnerên xwe yên meclîsan pêşinyar bikra di bin sîstema înkarkirinê re derbas dibû, lê piştî lehngiya gelê me ji bo azadiyê bajar û gelê me li pêşiya destkeftiyên niştîmanî û demokratiyê ku bingeha wê îlankirina projeya Fedraliya Bakûrê Sûriyê ye.Ev gaveke wek pêngaveke ber bi cihê riya rast ve ye.

Gelê me gelek pêngav di meşa rizgariyê de bi saya fermandar û lehengiya ciwanan avêtin û gelek destkefî  bi dest xistin.

Pêngava hilbijartinan ku wê di 22`ê îlonê de dest pê bike, dibe destpêka rast a parastina van destkeftiyan û beşdarbûna van hilbijartinan erkekî niştîmanî û exlaqî li ser milê her kesê ku rihê berpirsyariyê li hemberî gel û tecrûbeya Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê, hîs dikin e. Herwiha tecrûbeya Rêveberiya Xweser ku tevî hemû zehmetiyan li hemberî her kesî derdikeve û erka xwe ya li hemberî gelê Rojava-Bakûrê Sûriyê derdikeve ye. Karê rêveberî û komînan pêş de ji bo ku em kesên guncaw pişinyar bikin, em dibêjin ku hilbijartinên ku di demên pêş werin wê bibin ewlekariya mezin a  gelê me. Em bibîr dixin ku hemû partî û rêxisitnên ku xwe di şoreşa Rojava de dibînin dikarin rola xwe ya demokratîk bilîzin û di van demên dîrokî de, erka xwe ya niştîmanî pêk bînin.”

Partiyên ku li ser daxuyaniyê îmze kirin ev in:

1-Partiya Modernîte û Demokrasiyê ya Sûriyê

2-Partiya Yeketiya Demokratîk(PYD)

3-Partiya Kesek a Kurdistanê

4-Partiya Yeketiya Suryaniyan

5-Partiya Yeketiya Demokartîk Kurd li Sûriyê (Yeketî)

6-Partiya Çep Kurd li Sûriyê

7-Partiya Guhartin a Kurdistanê

8-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

9-Partiya Hevgiritna Niştîmanî ya Kurdistanê

10-Tevgera Îslah

11-Desteya Niştmanî ya Ereban

12-EL-Bartî Demokratîk Kurdistanê – Sûrî

13-Yeketiya Libral a Kurdistanê

14-Partiya Çep Demokratîk Kurd li Sûriyê

15-Partiya kedkaran Kurdistanê

16-Partiya Guhartinê Demokratîk a Kurdistanê

17-Partiya KKP`ê

18-Partiya Demokratîk Kurd li Sûriyê

19-Partiya Aşûrî ya Demokratîk

20- Partiya Demokratîk Kurd li Sûriyê (EL-Bartî)

21-Partiya Biratî ya Kurdistanê.

22- Partiya Nûkirinê  ya Kurdistanê

(jo)

ANHA