Têkilî | Derheqê me de
ANHA

29 sîxurên Tirk li Misrê hatin binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Misrê, 29 kes bi gumana ku ji Tirkiyeyê re sîxuriyê dikin hatin binçavkirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Dewletê ya Misrê (MENA), Dozgeriya Komarê ya Misrê biryar da ku 29 kesên guman ji wan heye ku bi navê Tirkiyeyê sîxuriyê dikin, ben girtin.

Hat ragihandin, ev kesên ku ji bo Birayên Misilman li Misrê ji nû ve bibin desthilatdar plan kirine, bi rêya telefonê agahî ji îstîxbarata Tirk re ragihandine.

Kesên hatine binçavkir  in, bi şofandina pereyê reş û bazirganiya dowîzê bi rengekî bê lîsans tên sûcdarkirin.

Operasyona binçavkirinê bi fermana Dozgerê Ewlekariya Dewletê ya Bilind a Qahîreyê Nabîl Sadek hate kirin û herî kêm 29 kes hatin binçavkirin.

Li gorî nûçeya MENA, dozger Sadek di çarçoveya xebatên yekîneyên îstîxbara Misrê de balê dikişîne ser têkiliya îstîxbarata Tirk bi endamên Birayên Misilman re. Hat destnîşankirin ku armanca vê têkiliyê jî hilweşandina desthilatdariya heyî ye.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin berjewendiyên neteweyî yên Misrê xistine rewşeke xetere. Di dewama nûçeyê de hat gotin, kesên navborî bi komelke terorîst re bi rêya torên bangê yên navneteweyî propaganda reşkirinê kirine, şofandina pereyê reş û bazirganiya dowîzê ya li derveyî qanûnan kirine.

JI BO WEŞANDINA NÛÇEYÊN DEREW HATINE WEZÎFEDARKIRIN

Li gorî îdîayên dozgeriyê, kesên hatine binçavkirin ji bo gel li dijî dewletê provoke bikin bi amadekirin û weşandina nûçeyên derewîn hatine wezîfedarkirin û ji bo vî karî jî ji nava Misrê ‘materyal’ şandine derveyî welat.

Di lêpirsîna dozgeriyê de tê destnîşankirin ku tora pêwendiya xwe îstîxbarata Tirk re heye ne tenê kesên hatine binçavkirin e û li derveyî welat jî hê gelek kes hene.

ERDOGAN BI AWAYEKÎ VEKIRÎ WEKE DIJMIN ÎLAN KIRIBÛ

Birayên Misilman ku desthilatdariya AKP’ê piştî hilweşandina Husnu Mubarek li Misrê bi awayekî vekirî destek dayê, di dema desthilatdariya xwe de dihat sûcdarkirin ku guh nade daxwazên gel.

Piştî ku namzetê Birayên Misilman Mûhammed Mûrsî di hilbijartina 2012’an a bi beşdariya 52 ji sedî ya dengdêran bû serokkomar, aloziya li welêt zêde bû û 3’ê Tîrmeha 2013’an bi pêşengiya Serokê Fermandariya Giştî Abdulfettah el Sîsî, artêşê darbe kiribû.

Tê zanîn ku Tirkiye piştî darbeyê jî piştgirî da Birayên Misilman û tevgera gela  30’ê Hezîrana 2013’an a li dijî Mûrsî ku bû sedem artêş darbeyê bike, nas nekir.

Herî dawî par di navbera rêveberiyên her du welatan de daxuyaniyên tund ên li dijî hev hatibûn dayin. Desthilatdariya AKP’ê mîna her carê dest ji hevkariya ‘karsaz’ û ‘leşkerî’ berneda, lê belê helwesta xwe ya li dijî Sîsî di ser Erdogan re nîşan dabû.

Di daxuyaniya Hezîrana 2016’an a Wezareta Karên Derve ya Misrê de hatibû destnîşankirin ku qebûlkirina mercên ku rê li ber rêveberiya heyî vekir, ji bo sererastkirina têkiliyan, şert e.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan jî gotibû, “Pirsgirêka me bi gelê Misrê re nîne. Pirsgirêka me bi rêveberiya Misrê re ye. Bi taybetî pirsgirêk bi lîder re (Abdul Fettah Sîsî) re heye.” Bi vî rengî bi awayekî vekirî îlan kir ku ew Sîsî naxwazin.

Piştî vê daxuyaniyê, Misrê ragihand ku hikumeta Tirk di polîtîkayên herêmî yên nearamîkirinê de israr dike û ji ber vê yekê di mijara karê bi Tirkiyeya bi serkêşiya AKP’ê re fikarên wan hene.