Têkilî | Derheqê me de
ANHA

3′yemîn mihrîcana ″Zarok″ di roja 6′emîn de didome

GIRKÊ LEGÊ – 3′yemîn mihrîcana ″Zarok″ bi pêşkêşkirina hunerên stran, dîlan û şanoyê ji aliyê komên Serêkaniyê û Hesekê ve, di roja 6′emîn de didome.GIRKE LEGE-MIHRECANA-ZAROKA ‫(269615621)‬ ‫‬

3′yemîn mihrîcana ″Zarok″ li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran di roja xwe ya 6′emîn de bi pêşkêşkirina hunerên stran, dîlan û şanoyê ji aliyê komên bajarên Hesekê û Serêkaniyê didome.

Komên bajarê Serêkaniyê staneke bi navê ″Dibistana stranê″, dîlana ji folklore herêma Botanê û şanoyeke bi navê ″Bûka min″, pêşkêş kirin.

Komên bajarê Hesekê jî stran, dîlanên ji folklora herêmên Mêrdînê û Amedê, pêşkêş kirin.

Di dawiya roja 6′emîn a mihrîcanê de, koma Şehîdên Hesekê stranek gotin û pêşkêşî dayîkên şehîdan kirin.

(mm)

ANHA