Têkilî | Derheqê me de
ANHA

3′yemîn mihrîcana Zarok dest pê kir

GIRKÊ LEGÊ – 3′yemîn mihrîcana a Zarok li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran, dest pê kir.SUHAD FEQI

Bi dirûmeya ″Werin em bi hevre zaroktiya xwe bijîn″ de, Tevgera Kevana Zêrîn a Jina Rewşenbîr, 3′yemîn mihrîcana Zarok bi beşdariya zêdeyî 50 komên hunerî dest pê kir.

Di mihrîcanê de, bi dehan Endamên komên hunerî, nûnerên Rêveberiya Xweser û Saziyên Civaka Sivîl, amade bûn.

Mihrîcan bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevseroka TEV-ÇAND′ê û Endama Komîteya Amadekar a mihrîcanê Sûad Feqî axivî û lidarxistina mihrîcanê pîroz kir.RUHA HISEN

Piştre Endama Rêveberiya Tevgera Tevana Zêrîn Ruha Hisên axivî û mihrîcan diyarî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û cangoriyên azadiyê kir.

Di berdewama mihrîcanê de, Orkêstra Rojava mûzîkên xwe pêşkêş kirin. Piştre jî koma zarokan a Tevgerê şanoyek pêşkêş kir.

Tê payîn ku dê Endamên komên ku beşdarî mihrîcanê bûne (bi boneya roja aştî ya cîhanî ku 1′ê Îlonê bû) meşeke girseyî ji bajaroka Rimêlan ber  bi Girkê Legê ve li dar bixin.

Dê sibe jî mihrîcan bi beşdariya komên hunerî ji Şengalê û herêma Cizîrê, bidome.

(mm)

ANHA

GIRKE-MIHRICANA-HUNERA-ZAROKAN ‫(1)‬ ‫‬ GIRKE-MIHRICANA-HUNERA-ZAROKAN ‫(1)‬