Têkilî | Derheqê me de
ANHA

3 cangoriyên azadiyê li Kobanê hatin oxirkirin

KOBANÊ – Şêniyên kantona Kobanê cezayên 3 cangoriyên azadiyê bi merasîmekê heybet li goristana Şehîd Dicle oxir kirin.KOB-MERSIME-3-SEHIDEN-LI-KOBANE (3)

Şervanên tîmên taybet ên rakirina mayînan yên YPG‘ê Hecî Nayîf (Hecî Kobanê), Çekdar Balkecî (Fedekar Çekdar) û Mihemed Şêx Mihemed (Kurdo Kobanê) di 5‘ê Kanûnê di xebatên paqikirina bajarê Reqayê ji  mayînên çeteyên DAIŞ‘ê de şehîd bûne.

Şêniyên kantona Kobanê ji bo oxirkirina cenazeyên her sê şehîdan li bêşiya pekrewangeha Şehîd Dicle kom bûn, li hêviya kerwanê cenazeyên şehîdan ku dê ji bajêr were. Bi gihiştina kerwanê cenazeyan re şervanên YPG û YPJ‘ê cenaze li ser milên xwe kirin û bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin‘ derbasî goristanê kirin.

KOB-MERSIME-3-SEHIDEN-LI-KOBANE (5)

Li wir merasîmeke hate lidarxistin û bi tureneke leşkerî dest pê kir. Paşê li ser navê YPG û YPJ‘ê Mezlûm Reqa axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Mezlûm Reqa got “Em wekî YPG, YPJ û QSD‘ê bi saya ked û berxwedana van şehîdan me Reqa ji terora DAIŞ rizgar kir, di demeke nêzîk de em ê Dêrazor jî rizgar bikin.”

Mezlûm Reqa di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan nû kir.

KOB-MERSIME-3-SEHIDEN-LI-KOBANE (6)

Di berdewama merasîmê de, Hevserokê Meclîsa TEV-DEM‘ê ya Kantona Kobanê Ehmed Şêxo got “Vaya cardin welatiyên kantona Kobanê pêşwaziya 3 zarên xwe dikin. Ev şehîdanan ne tenê Reqa rizgar kirin, lê têkoşîna xwe ya ji bo peydakirina ewlekariya xelkên Reqayê  berdewam kirin, herî dawî di xebatên paqijkirina bajarê Reqayê ji mayînên çeteyan de şehîd bûn.”

KOB-MERSIME-3-SEHIDEN-LI-KOBANE (7)

Piştî axaftinan, nasnameya şehîdan ji aliyê endama Melîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Şervanan derbestên şehîdan rakirin di nava dirûşmeyên dilsoziya bi wan re spartin axê.

(bb)

ANHA