Têkilî | Derheqê me de
ANHA

30  wêneyên Ocalan li Girê Spî hatin daliqandin

GIRÊ SPÎ – Ciwanên PYD‘ê di çarçoveya hemleya “Serî Hilde” de, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajar, daliqandin.

Çalakiyên hemelya “Serî Hilde” ya bi armanca diyarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê ciwanan ve hatiye destpêkirin, bê navber didome. Di vê çarçoveyê de, ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a kantona Girê Spî, 30 posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kolan û qadan daliqandin.

Derbarê mijarê de, Endamê Rêxistina Ciwanên PYD‘ê Hûsam Mihemed bang li rêxistinên mirovî kirin ku zextê li Tirkiyê bike û erka xwe ya mirovahî pêk bînin.

(bb)

ANHA