Têkilî | Derheqê me de
ANHA

4 astengdar xwedî dikirin, niha ew jî astengdar e

GIRÊ SPÎ – Bi tena xwe malbata xwe xwedî dikir û 4 birayên wî astengdar bûn. Di encama hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê de di piyê xwe de astengdar bû û ew jî bû endamê pêncemîn ê malbatê ku astengdar e. Niha li benda aliyekî ne ku alîkariya wan bike û wan ji rewşa trajedîk rizgar bike.

Tevî ku ev demek e Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin, lê hin malbat hene ku birînên wan ên di encama hovîtiya çeteyan de hêjî nehatiye kewandin.EYNISA-ISA-MALBATEKI (4)

Welatiyê bi navê Husam Elî El-Casim ji hemwelatiyên taxa El-Derhiyê ya bajarê Reqayê ye û bi temenê xwe 23 salî ye û ji ber rewşa xizandiyê dest ji xwendina xwe berdaye û ji zaroktiya xwe ve dixebite û debara malbata xwe dike.

Di malbatê de 4 astengdar

Husam El-Casim di nava malbateke ku ji 8 kesan pêk tê de mezin bû û zewiciye û di nava endamên malbatê de 4 birayên wî lal û ker in, her wiha bav û dayîka wî jî ji ber temenê wan ê mezin nikarin bixebitin. Vê yekê berpirsyariya wî girantir kir û ji serê sibê ve ji malê derdiket û çi kar rastî wî bihatiba dikir da ku debara malbat û birayên xwe bike.

Malbatê tevî hemû zehmetiyan debara xwe dikir, lê bi hatina çeteyên DAIŞ’ê re rewşa wan gelekî dijwar bû.

Piştî 3 salan ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê, Hêzên Sûriya Demokratîk di 6’ê Pûşbera 2017’an de hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê dest pê kir, lê çeteyên DAIŞ’ê rêbazên herî qirêj didan meşandin da ku rê li pêşiya pêşvehatina şervanên QSD’ê bigirin. Yek ji van rêbazên çeteyan ew bû ku welatiyên sivîl weke mertalên zindî li hemberî şervanên QSD’ê bikar dianîn.EYNISA-ISA-MALBATEKI (1)

Malbata Husam El-Casim li taxa El-Dirhiyê yek ji malbatên ku çeteyan weke mertal bikar dianîn bû, lê dema Husam hewl da ji çeteyan ber bi deverên di bin serweriya QSD’ê de ne bireve rastî guleyên çeteyan hat û di encamê de di piyê xwe de bi giranî birîndar bû. Piştî pevçûnên dijwar di 16’ê Cotmeha borî de şervanên QSD’ê bi hezaran welatiyên sivîl ji destên çeteyan rizgarkirin. Di nava van malbatan de malbata Husam hebû û karibûn xwe bigihînin gundê Til El-Semin û li vir hatin bi cihkirin.

Yê ku astengdar xwedî dikirin, niha ew jî astengdar e

Husam El-Casim dema ku hewl dide ji çeteyên DAIŞ’ê bireve rastî gulebarana çeteyan hat û di encamê de gelek hestiyên laşê wî şikestin û niha li rex malbata xwe di odeyekê de li gundê Til El-Semin rûniştiye. Ev ode jî di nava bermahiyên hilweşandî de ye û gelek pêdiviyên wan kêm in.

Malbata ku ji 8 endaman pêk tê, tenê li ser 3 îsfincan û 5 betaniyan xew dikin, her wiha xwarina xwe jî tenê di çend lûlikan de di koşeyeke odeyê de dixwin. Bi hatina demsala sivistanê rewşa malbatê bêtir xirab bûye. Malbat pêdiviyên xwe yên jiyanî ji welatiyên gund werdigirin, her wiha alîkariya ku pêşkêşî wan tê kirin têra dermanên îlackirina Husam nakin.EYNISA-ISA-MALBATEKI (2)

Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê serdana malbatê kir û serpêkhatiya malbatê nas kir û Husam Elî El-Casim serpêhatiya malbata xwe wiha vegot: “Beriya ku ez li ser destên çeteyan birîndar bibim min malbata xwe xwedî dikir. Bavê min temen mezin e û nikare bixebite. Niha jî kesekî ku me xwedî bike tune ye. Welatiyên gund alîkariya me dikin û hin pêdiviyên me yên weke xwarinê peyda dikin. Pêdiviya me niha bi îsfinc û betaniyan zêde ye, nemaze sermaya zivistana îsal jî zêde ye.”

Husam bang li aliyên têkldar û rêxistinên mirovahî kir ku alîkariya wan bikin û bi erkên xwe yên mirovahiyê rabin.

(jh)

ANHA