Têkilî | Derheqê me de
ANHA

4 dewletên ereban embargoyên nû li ser Qeter nîqaş dikin

NAVENDA NÛÇEYA – Hejmarek saziyên çapemeniyê ragihandin ku wezîrên karê derve yên Erebistana Siûdiyê, Misir , Îmarat û Behrên di hevdîtina xwe de ferizkirina embargoyên aborî yên nû li ser Qeterê nîqaş kirin.

Her çar dewletên ereban di 5`ê Hezîrana derbasbûyî de, têkliyên xwe bi Qeterê re qut kirine, her wiha van dewlatan Qeter tawanbar kir ku destekê dide komên terorîst û piştgiriya Îranê dike. Qeter jî tewanbarî li xwe qebûl nekir.

Li gor hejmarek saziyên çapemeniya dewletên Kendava Erebî, wezîrên karê derve yên her çar dewletan, dê îro bicivin û behsa pêkanîna cezayên nû li ser Qeterê bikin, ku tê texmînkirin cezayên li ser aboriya Qeterê ferz bikin.ʺ , saziyên çapemeniyê zanyariyên din têkildarî mijarê diyar nekirin e.

Ajansa nûçeya  ya Behrên diyar kir ku şahê Behrên Hemed Bin Îsa Al Xelîfe, xebatên hevkariyê di navbera her çar dewlatan de yên têkoşîna li dijî terorê, berz nirxandiye.

Heta niha jî kedên dîplomasî yên bi pêşengtiya  dewleta Kuwêtê ku Amarîka û Tirkiyê jî têde beşdar bûn, ên ji bo  çareserkirina nakokiyên ku bandor li têkliyên di navbera herdu aliyan de, sernekeftibûn.

Di vê çarçovê de, Erebistana Siûdiêy sînorê xwe yê bejahî bi Qeterê re girt, her çar dewletan jî navgînî û pêwendiyên esmanî û deryayî bi Dewha re qut kirin û daxwaz ji Qeterê kirin ku hejmarek pêkanîn pêk bîne  da ku guhertinên di siyaseta wê de bên nîşandan.

(rr)

ANHA