Têkilî | Derheqê me de
ANHA

48 saetên dawî nakokiyên Rûsya, Tirkiye û îranê eşkere kirin!

ANALÎZ

HOGIR NECAR

NAVENDA NÛÇEYAN – Di 48 saetên derbasbûyî de gelek nakokiyên kûr ên di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de derketin holê. Gelo ev nakokî wan dûrî hev dixin an jî bêhtir nêz dikin?

Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan serdana Sûdanê kiribû û bi Serokê wê Umer El-Beşîr re li ser Girava Swakin hevpeymanek îmze kir. Tirkiye vê giravê wekî parçeyek ji xaka Tirkiyeyê dibîne. Di serdema Împeratoriya Osmaniyan de ev girav ji aliyê hêzên Osmanî ve hatibû dagirkirin.

Tirkiye bi vê yekê dixwaze li ser xeta nakokiyên sinê û Şîa yên dewletên Kendava Erebî bilîze û jê sûd werbigre.

Serokwezîrê Tirk Bin Alî Yildirim jî duh serdana paytexta Erebistana Siûdî Riyadê kiribû. Çapemeniya Tirk gotibû ku ev serdan ji bo têkiliyên di navbera herdu welatan de û doza Qudis pêk hatiye. Tirkiye bi dosyaya Qudis hewl dide ku ji xwe re cemawerekî Erebî ava bike. Lê yekemîn hêza li herêmê ku Qudis wekî paytexta Îsraîlê nas kiriye jî, Tirkiye bi xwe ye.ANALIZ-TURKIYA-U-RUSIYA (1)

Dewleta Tirk tevî nakokiyên wê yên bi Îranê re jî, ji bo têkbirina projeya Bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê gelê Kurd û gelên herêmê hatiye avakirin hewl dide bi Îranê re têkiliyên xwe xurt bike.

Di dema dawiyê de serdanên rayedarên Tirk ji welatên Kendava Erebî re zêde bûne. Li wir civînên veşartî pêk tên. Tirkiye xwe li pêşbirî van welatan wekî parêzvanê xeta Siniyan û Îranê jî wekî parazvanê xeta şîiyan nîşan dide.

Tirkiye li aliyekî din dixwaze di nava welatên Kendava Erebî de rola Erebistana Siûdî lawaz bike û hewldanên Riyadê yên hembêzkirina hêzên opozîsyona Sûriyeyê zeyîf bike. Tirkiye bi vê yekê dixwaze derfeteke mezin bide hêzên girêdayî Tirkiyeyê ku bikaribin di kongreya Sochi de xwedî gotin û axaftin bin.

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel Sîpan çend roj beriya niha li paytexta Rûsya Moskovayê bû û beşdarî çalakiya xelatkirina fermandarên leheng ên Sûriyeyê bû.

Spîan Hemo ji Moskovayê ragihand ku Rûsya soz daye wê vexwendiname ji bo 155 nûnerên Kurd û pêkhateyên din ên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cih digrin, were şandin da ku beşdarî Sochi bibin.

Piştî vê yekê dewleta Tirk ji bo nûnerên gelê Kurd û Bakurê Sûriyeyê beşdarî kongreya Sochi nebin, zexteke mezin li Rûsyayê dike.

Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan li ser Serokê Rêjîma Sûriye Beşar Esed gotibû “Terorîst e” û ne gengaze ku bi hebûna wî çareseriya aştiyane pêk were.

Wezareta Karê Derve ya Rêjîma Sûriyeyê jî bersiv da Erdogan û got “Tirkiye dixwaze bi van daxuyaniyan xwe ji sûcên ku li Sûriyeyê kiriye, xelas bike. Tirkiye bi xwe alîkariyeke bêyî sînor daye komên terorîst. Erdoganê ku Tirkiye kiriye girtîgeheke mezin mafê wî tune ye ku van axaftinan bike.”

Li xalepirsek derdikeve holê û di mejiyê her kesî de digere “Gelo ev rûdan û pêşketin wê nakokiyên van dewletan kûrtir bikin an jî wan nêzî hev bikin?

(he)

ANHA