Têkilî | Derheqê me de
ANHA

5 hezar koçberên din ên Dêrazorê xwe spartin kampa Eyn Îsa

Dîmen

Dîmen: 5 hezar koçberên din ên Dêrazorê xwe spartin kampa Eyn Îsa

EYN ÎSA – 5 hezar koçberên din ên Dêrazorê, ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ û balafirên Rejîma Sûriyê û Rûsya, xwe spartin Eyn Îsa ya koçberan.

Koçberên ku nikaribûn pêdiviyên xwe yên mal û jiyanê bi xwe re bînin, di nava rewşekî xerab de ne û banga alîkariyê li  rêxistinên navneteweyî kirin.

Koçberê bi navê Ehmed El-Ehmed anî ziman ku ew pir kêfxweş e ku ji zilma çeteyên DAIŞ û balafirên Rejîma Sûriyê û  Rûsya xelas bûn û gihîşt kampa Eyn Îsa. El-Ehmed bi bîr xist ku bi nêzikbûna demsala zivistanê re pêdiviyên wan bi cilên zivistanê û alîkariyan heye.EN ISA-5 HEZAR KOÇBER HATİN KAMEYA EYN ÎSA‏ (1)

Ji aliyekî din ve jî, Meclîsa Sivîl a Reqayê bi derfetên xwe yên kêm pêdiviyên sereke li koçberan belav kir, lê bi zêdebûna hejmara koçberan her roj êdî derfetên meclîsê têrê nakin.

Her wiha nûçegihanên me ji navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ya herêma Firatê raghandin ku pêla koçberiyê ya gelê Dêrazorê  ber bi kampa Eyn Îsa ve dewam dike.

Li gorî rayedarên kampê, heta niha 18 hezar koçberên Dêrazorê xwe spartine kampa Eyn Îsa.

Hêjayî gotinê ye ku duh şervanên QSD`ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, 10 hezar sivîlên Dêrazorê ji kiryarên çeteyên DAIŞ û balafirên Rêjîma Sûriyê û Rûsyayê, rizgar kirin.

(hh/kc)

ANHA