Têkilî | Derheqê me de
ANHA

500 malbatên Dêrazorê xwe spartin kampa Eyn Îsa

Dîmen

EYN ÎSA – 500 malbat ji bajarê Dêrazorê û gundewarên wê xwe spartin kampa Eyn Îsa ya koçberan. Meclîsa Sivîl a Reqayê jî hewl dide pêdiviyên sereke yên koçberan, bi cih bîne.EYIN ISA-REWSA-KOCBERE-DERE ZORE ‫(193200641)‬ ‫‬

Bi destpêka Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya rojhilat-bakurê Dêrazorê re, şêniyên Dêrazorê roj bi roj xwe dispêrin herêmên bi ewle yên ku QSD`ê rizgar, kirine.

Di vê çarçoveyê de, îro 500 malbatên bajarê Dêrazorê û gundewarên wê, xwe spartin kampa Eyn Îsa ya koçberan.

Ji ber zêde bûna hejmara koçberan di  kampa Eyn Îsa de, rêvebiriya kampê piştî ku tedbîrên pêwîst  girtin, 250 malbat derbasî kampê kir û 250 malbatên  din jî hîna li dervayî kampê ne.EYIN ISA-REWSA-KOCBERE-DERE ZORE ‫(193200645)‬ ‫‬

Meclîsa Sivîl a Reqayê jî ev du roj in hewl dide av û xwarinê bighîne hemû koçberan û di vê çarçoveyê de îro 420 torên nan li koçberan belav kir.

Her wiha saziyên ku di kampê de dixebitin jî, madeyên xwarinê tevî şîrê zarokan dane koçberan.

Ji aliyekî din, ji Rêveberên Kampa Eyn Îsa Celal Eyaf bang li rêxistinên mirovahî û cîhanî kir ku alîkariya pêwîst bidin koçberan.

Derbarê malbatên ku heta niha hîna derbasî kampê nebûne, Celîl got ku ew ê konan ji wan re deyînin û paşê  wan derbasî kampê, bikin.

(kc)

ANHA

EYIN ISA-REWSA-KOCBERE-DERE ZORE ‫(1)‬ EYIN ISA-REWSA-KOCBERE-DERE ZORE ‫(193200642)‬ ‫‬ EYIN ISA-REWSA-KOCBERE-DERE ZORE ‫(193200644)‬ ‫‬ EYIN ISA-REWSA-KOCBERE-DERE ZORE ‫(1)‬ ‫‬