Têkilî | Derheqê me de
ANHA

6 serçeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – 6 serçeteyên DAIŞ`ê li herêma Kerkûkê di encama bombebarana Koalîsyona Navnetewî de hatin kuştin.

Balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî li gundê El-Qudis a başur-roavayî bajarê Kerkûkê kerwanekî çeteyên DAIŞ`ê bombebaran kir. Di encamê de 6 serçeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Li gorî ajansa Someriyê News, di nava serçeteyên ku hatin kuştin de berpirsên darayî yê çeteyên DAIŞ`ê yê herêmê heye.

(kc/dc)