Têkilî | Derheqê me de

6 sivîlên Reqayê bi mayîna çeteyan hatin qetilkirin

FLAŞ

REQA – Mayîna çeteyên DAIŞʹê bi sivîlên ku dixwestin ji taxa El-Diriye bighêjin taxa Teyar ve teqiya. Di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Hejmarek sivîlên Reqa ku çeteyan ew di bajar de hiştibûn, dema dixwestin ji taxa El-Diriye xwe ji taxa El-Diriye xwe bighînin taxa Teyar, mayînek ku çeteyên DAIŞʹê bi cih kiribû bi wan ve teqiya. Di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Sivîlên din  belav bûn.

Li taxa Reqaya Kevin jî şervanên QSDʹê pêşveçûna xwe didomînin. LI vir jî şervanan karîbûn 25 sivîlan rizgar bikin.