Têkilî | Derheqê me de
ANHA

600 zarok û ciwan çanda Erebî ya resen xurt dikin

KILSÛMA ELÎ

GIRKÊ LEGÊ – Li bajaroka Koçer bi armanca xurtkirina çanda Erebî ya resen, Navenda Çand û Hunerê hat vekirin.

Li bajaroka Til Koçer a girêdayî bajarê Girkê Legê di qada çand û hunerê gav hatin avêtin û Navenda Çand û Hunerê lê hat vekirin.

li Navendê bi dehan zarok li ser stran, dîlan û şanoyê têne perwerekirin. Ji ber dema mirov di ber Navenda Çand û Hunerê ya bajarokê ve derbas dibe, mirov dengê awaz û stranên Erebî dibihîze.

Navenda Çand û Hunerê ya Til Koçer di dawiya sala 2016′an de hat vekirin. Armanca ji vekirina Navendê pêşxistina hobiyên zarokan, her wiha paratina çand û kenveşopiya Erebî ya resen ku ji aliyê rejîma Baas de hatibû paşguhkirin.

Tişta ku bala mirovan dikişîne ew e ku ji bilî çalakiyên çand û hunerê, program û çalakiyên sporê jî têne lidarxistin. Tîmên sporê têne avakirin. Her wiha baxçeyên zarokan ên hînkirinê têne vekirin û dewreyên perwerdeya zimanê Erebî têne vekirin.

Girîngiya çandê

Ji destpêka vekirina navendê ve, pir kesan berê xwe dida navendê. Di vê çarçoveyê de, berpirsên navendê bi şêniyên herêmê re ketin nava têkliyê, civîn û semînerên derbarê girîngiya xurtkirina çand, huner û kevneşopiya Erebî ya resen. Di civîn û semîneran de hat zanîn ku divê zarok û ciwan çanda xwe nas bikin û biparêzin.

Bi vê yekê roj bi roj bi sedan şêniyên herêmê navên zarokên xwe li navendê tomar kirin. Niha Hejmara zarok û ciwanên ku temenên wan di navbera (6-25) salî de ye, ku navê xwe di navendê de tomar kirine gihişte 600′î.

Zarok û ciwan dixwazin çanda Erebî ya resen xurt bikin

Zarok li gorî hobiyên xwe navên xwe di beşên cuda yên çand û hunerê, spor û dewreyên perwerdeya zimanê Erebî de, tomar dikin.

Berpirsên navendê diyar kirin ku zêdeyî 100 zarok û ciwan tevlî komên mûzîk û stranê bûne, 20 zarok tevlî koma şanoyê bûn û 34 zarok jî tevlî koma govendê bûne. Her wiha destnîşan kirin ku bi dehan zarok tevlî dewreyên hunera xêzkirina wêneyan, karên bi destan û dewreyên zimanê Kurdî bûne.

Navendê baxçeyek ji zarokên ku temenên wan kêmî 6 salî re vekir. Zarok ji aliyê mamostyên pispor ve têne perwerdekirin.

 

Zarok û ciwanên ku tevlî xebatên navenda çandê bûne, bi awayekî rêxistinkirî di beşên  xwe de perwerdeyê dibînin û semînerên li ser çand û exlaq jî dibînin.

Navenda Çand û Hunerê, bi armanca pêşkêşkirina hobiyên zarokan, her demekê çalakiyên çandî organîze dike. Di çalakiyan de zarok hunerên stran, dîlan, şano, xêzkirina wêneyan û karên bi destan tên çêkirin, pêşkêş dikin. Her wiha komên hunerî beşdarî mihrîcanên li ser asta Kantona Cizîrê têne lidarxistin û şahiyên ku bi boneyên cûda têne organîzekirin, dibin.

Endamê Rêveberiya Navenda Çand û Hunerê ya Til Koçer Mezlûm Ararat, diyar kir ku armanca sereke ya vekirina navendê, xurtkirina çand û kevneşopiya Erebî ye.

(rr/mm)

ANHA