Têkilî | Derheqê me de
ANHA

7 milyon û 600 lître mazot li Qamişlo hate belavkirin

 SILAVA ABDULREHMAN

QAMIŞLO – Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Qamişlo 7 milyon û 600 hezar Lîtir mazot li şêniyên bajarê Qamişlo û gundên wê, belav kir.

Komîteya Sotemeniyê ya girêdayî saziya giştî ya sotemeniyê ya Rojava ji bo  her malbatekê  400 lître mazot bi bûhaya 42 L.S Sûrî, dide welatiyên bajarê Qamişlo.

Ji bo belavkirina mazotê li gundên Qamişlo 8 stasyonên mazotê hatin diyarkirin. Ji bo her malbatekê 200 lître mazot hate belavkirin. Di demên pêş de careke din wê mazot  were belavkirin, lê dema wê nehatiye diyarkirin.

Mazot bi rêya komîn û meclîsan, tê belavkirin.

Hevserokê Komîteya Sûtemeniyê ya bajarê Qamişlo Yûsif Yûnis destnîşan kir ku belavkirina mazotê li tavahî herêmê heyanî meha mijdarê wê dewam bike.

(bx)

ANHA