Têkilî | Derheqê me de
ANHA

73 roj ji hemleya rizgarkirina Minbicê belge kir

Dîmen

ŞÎLAN MIHEMED-KAMÎRAN XOCE

MINBIC- Bi pênûs, kamera û wênekêşên xwe 73 rojan Hemleya Fermandar û Şehîd Feysel Ebû Leyla şopandin. Tevî ku hevalekî wan şehîd bû û yek jî birîndar bû, lê xebata xwe berdewam kir û hemle gav bi gav belge kir. MINBIC-ROJNEMEVAN-DICLE EHMED.jpg111

Hemleya Fermandar û  Şehîd  Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê ku 73 rojan berdewam kir, kêlî bi kêlî ji aliyê rojnamevanan ve hat belgekirin. Li ber çavên wan şervan birîndar û şehîd bûn. Di eniyên şer ên herî pêş de ji mayîn û guleyên çeteyên DAIŞ`ê filitîn. Ew 73 roj ji hemleya rizgarkirina Minbic ji bo rojnamevanan bager û bahozeke dijwar bû. Bûyer li ser bûyerê diqewimîn û di nava wê firtoneyê de rojnamevanan hewldidan her tiştî belge bikin.

Rojnamevan Dicle Ehmed yek ji rojnamevanên ku Fermandar Ebû Leyla şopand.DICLE EHMED

Dicle Ehmed derbarê rewşa rojnamevanan di şopandina hemleya rizgarkirina Minbicê de wiha got:ʺ Rojnamevanan her kêlî  hemle dişopandin. Mayîn gelekî li pêşiya me dibûn asteng. Em her tim neçar diman ku cihê xwe bidin guhertin û mîna şervanan tevbigerinʺ.

Rojnamevan bi rastiya şer re fêrî gelek rastiyan dibin û heyanî yek ji rojnamevanan şehîd dibe. Dicle Ehmed anî ziman ku hevalekî wan Nûçegîhanê Ronahî TV Mustefa Mihemed dema ku hemle dişopand şehîd bû û nûçegîhanê ajansa ANHA`ê Kendal Cûdî jî birîndar bû.

Rojnamevan Dicle Ehmed di dawiya gotinên xwe de anî ziman ku şehadeta hevalên wan Mustefa Mihemed bandoreke neyînî li ser wan nekir û bi biryareke xurt xebatên xwe berdewam kirin.

(np)

ANHA