Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Aboriya civakî li Minbic tê pêşxistin

CIWAN EHMED-KAMÎRAN XOCE

MINBIC- Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya bajarê Minbicê ji bo xurtkirina aboriya herêmê û peydakirina derfetên kar, her wiha bi armanca xizmeta welatiyan amadekariya vekirina 3 koperatîfan dike.

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya bajarê ji bo geşkirina asta aboriya herêmê, peydakirina derfetên kar ji bo welatiyan, amadekariyên vekirina 3 koperatîfan dike. Projeyên ku têne amadekirin; vekirina moleke bazirganiyê, danîna cenatorekî li gundê Feres Xenam û belavkirina empêran û vekirina dermanxaneyeke çandinî û sewaldariyê ne.

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê rêziknameyek ji bo koperatîfan amade kiriye. Li gorî hin bendên rêziknameyê, nabe ku koperatîf bibe sîstemek kapîtalîst, koperatîf li ser esas cudekariya tayîfî naxebite û di nava koperatîfan de saziyên siyasî tune ne.

Koperatîfa mola bazirganiyê

Teklufeya koperatîfa vekirina mola bazirganiyê 50 milyon lêreyên Sûriyê ye. Ev proje ji 1000 parî pêk tê, fînaseya her parekî 50 Lêreyên Sûrî ye,

Welatiyên ku bixwazin beşdarî vê projeyê bibin 50 hezar lêreyên Sûrî bidin Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê û ji mafê her welatiyekî ye ku ji parekî heya 20 parî beşdarî projeyê bibe.

Li gorî rêveberê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Sadiq Emîn Mihemed Xelef; destpêkê dê di mol de tenê madeyên xwarinê bêne firotin, piştî demekê dê cil û zebze jî werin zêdekirin. Berhemên ku ji molê werin qezenckirin dê bikevin sendoqa molê û dê her 6 mehan werin derxistin û li beşarên projeyê bêne belavkirin.

Ji mafê kesên ku beşdarî koperatîfa molê bûne, piştî 6 mehan xwe ji projeyê vekişîne an jî para xwe tê de zêde bike.

Kesên di molê de bixebitin, gereke para wan di molê de hebe. Parên wan jî ji aliyê Meclîsa Aborî ve tê diyarkirin.

Sadiq Emîn bal kişand ku vekirina mola bazirganiyê dê bandoreke erênî li ser sûka bajarê Minbicê bike û got: “Vekirina molê wê bandorek erênî li ser sûka bajar bike, ji ber ku bazirganên sûka Minbicê madeyan ji derve dikirîn û li sûkên din belav dike, bi vekirina vê molê û bi riya kirîna madeyên ku ji deve têne ji rêveberên molê ve sûka reş tê girtin, ev jî wê buhayên madeyan diyar bike. Dê Komîteya Zimhêre jî buhayê firotin kontorl bike û kesên ne li gorî buhayê hatine diyarkirin tevbigerin dê werin muxalefekirin.”

Odeya Bazirganî ji bo vekirina molê cihek li taxa Rewda nêzî çerxereya El-Lemba ya navenda bajarê Minbicê amade kiriye. Dê mol piştî bidawîbûna xebatên komkirina paran were vekirin.

Projeya cenator û belavkirina empêran

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, li gundê Feres Xenam ê 17 kîlometreyan dikeve rojhilatê Minbicê cenatorek bi rengekî koperatîf danîye.

10 welatiyên ji gundê Feres Xenam beşdarî vê koperatîfê bûne. Ji mafê her welatiyekî ye ku bi tenê parekê beşdarî koperatîfê bibe, rêjeya her parekî hezar û 600 dolar e. Buhayê her empêrekî hezar û 750 lêre ye. Cenator dê rojane 8 seatan tê şuxulandin.

Sadiq Emîn anî ziman ku armancê vê projeyê ne qezenckirine, lê belê xizmeta welatiyên gund e. Piştî 4 an 5 rojan dê cenator were şuxulandin û dê ceyaran li gundê Feres Xenam were belavkirin.

Projeya dermanxaneya çandinî û sewaldariyê

Koperatîfa dermanxaneya çandinî û sewaldariyê mîna ya mola bazirganiyê ye, beşdarên vê koperatîfê gereke endamên komîteyên çandiniyê û karmendên komîteyên aborî bin, ji mafên wan e ku ji parek heyanî 3 paran beşdarî koperatîfê bibin. Teklufeya her parekî 250 hezar lêreyên Sûrî ye.

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê cihek nêzî mola bazirganiyê ji bo vekirina dermanxaneyê veqetandiyê û dê piştî komkirina paran veke.

Qezencên koperatîfên empêran û dermanxaneyê dê her 6 mehan bêne belavkirin, ji mafê beşdaran e piştî 6 mehan pereyên xwe ji koperatîfê bikşîne.

Bandora projeyan

Rêveberê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Sadiq Emîn anî ziman ku armanc ji van koperatîfan geşkirina aboriya herêmê û peydakirina derfetên kar.

Sadiq Emîn destnîşan kir ku deriyê beşdarbûna koperatîfan li pêşiya welatiyên Minbicê vekiriye û da zanîn ku heger ev proje bi serketin dê 3 projeyên din bêne amadekirin.

(bb)

ANHA