Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Akademiya Ş. Îslmaîl Ebû Hisên hişmendiya azad pêşdixîne

KAMÎRAN XOCE

MUNBIC – Akademiya Şehîd Îsmaîl Ebû Hisên a perwerdeyên fikrî ya Minbicê hewl dide bi riya dewreyên xwe piştî çend salan ji dagirkeriya DAIŞ’ê hişmendiya welatiyan pêş dixîne û fikra netewa demokratîk û nirxên azadiyê di nava welatiyên Minbicê de diçîne.MINBIC-PERWERDEYEN-FIKRI1 (2)

Piştî ku bajarê Minbicê ji destên çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de di 12’ê tebaxa 2016’an de hate rizgarkirin, saziyên sivîl dest bi kar û xebatên xwe kirin. Di nava van saziyan de Akademiya Şehîd Îsmaîl Ebû Hisên a Fikrî ya girêdayî Akademiyên Civaka Demokratîk xebatên xwe dane destpêkirin.

Piştî sê mehan ji rizgarkirina bajêr, Akademiyên Civaka Demokratîk ku hewl dide fikrên azad di nava welatiyan de belav bike, yekemîn Akademî li bajarê Minbicê vekir û dewreya fikrî ya yekemîn da destpêkirin û di vê dewreya xwe de pêşxistina hişmendiya welatiyan armanc kir û bi taybet di nava jinan de û projeya netewa demokratîk ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê tê meşandin dane nasîn.

Waneyên di deweryan de tên dayîn û kî van waneyan werdigire

Waneyên ku welatiyên Minbicê werdigirin, girêdayî pêşxistina hişmendî û fikr in, her wiha di van waneyan de têgehên weke rastiya jinan di dîrokê de, şerên li Rojhilata Navîn rû dane û berjewendiyên dewletên mezin li vê herêmê û hewldanên wan ji bo serweriya li ser Rojhilata Navîn ku şaristaniyên herî kevnar têde hatine avakirin.

Beşdarên van dewreyan gelek waneyan werdigirin, hin ji van waneyan ev in: “Girîngiya perwerdeyê, têgeh, civaka xwezayî, kapîtalîst, dîroka jinan, çand û exlaq, Rojhilata Navîn, şerê taybet, parastina rewa, netewa demokratîk û federalîzm.”MINBIC-PERWERDEYEN-FIKRI1 (4)

Her wiha endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajarê Minbicê jî cihê xwe di van dewreyan de digirin, da ku karibin xebatên xwe li gorî daxwaza civakê bi rêk û pêk bidin meşandin.

Akademiya Ş. Îslmaîl Ebû Hisên 9 dewre bi dawî kirin

Di van 11 mehên dawî de Akademiya Ş. Îslmaîl Ebû Hisên 9 dewreyên ku bi navên şehîdên bajarê Minbicê binav kiribûn, bi dawî kirin. Yekemîn dewre jî di 20’ê Mijdara 2016’an de hate dest pêkirin û di wê dewreyê de 23 endam ji wan 14 jin beşdar bûn.

Akademiyê di van dewreyan de 329 welatiyên Minbicê ku ji wan 163 jin in perwerde kirin.

Bandora van perwerdeyan li ser kesên beşdar bûne

Hevserokê Rêxistina Minbicê ya Alîkariyê Minzir Bedir ku beşdarî dewreyeke Akademiya Ş. Îslmaîl Ebû Hisên bûye diyar kir ku beriya ew beşdarî dewreyê bibe wî jiyaneke rotîn derbas dikir û niha ew bi coş xebatên xwe dimeşîne û naskirina wî ji jiyana azad re zêde bûye.

Bedir di axaftina xwe de wiha got: “Beriya dewreyê xebatên me bê rêxistin bûn, di encamê de gelek şaştî derdiketin, bi saya dewreya fikrî xebatên me di aliyên rêxistinî û exlaqî de gelekî pêş ve çûn. Bi taybet xebatên me girêdayî alîkariya mirovan e û danûstandina me bi welatiyan re zêde ye.”

Girêdayî heman mijarê, Endama Meclîsa taxa Cerablûs a bajêr Mecîde El-Tom ku ew jî beşdarî dewreyeke Akademiya Ş. Îslmaîl Ebû Hisên a fikrî bûye diyar kir ku bandora dewreyê li ser wê gelekî zêde bû û piştî ku dewreya xwe bi dawî kriiye jiyaneke nû daye desetpêkirin û wiha got: “Bi saya dewreyê me fikra netewa demokratîk û federalîzmê nas kir.”

(jh)

ANHA