Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Akademiya Şehîd Hozan li Çilaxa hate vekirin

GIRKÊ LEGÊ – Ciwanên bajarokê Girkê Legê Akadîmiya ciwanên ereb bi navê Şehîd Hozan bi merasîmekê  vekirin.GIRKE-VEKIRNA-AKADIYMEYA-CIWANEN-EREB ‫(194576898)‬ ‫‬

Bi dehan ciwanên ereb, kurd, nûnerên Saziyên Rêvebeiya Xweser û bi dehan şêniyên bajarê Girkê Legê beşdarî merasîma vekirina akademiyê ku li bajaroka Çilaxa hate lidarxistin bûn.

Cîgerê Meclîsa Rêveber ê Kantona Cizîrê Hisên Ezam, Hevserokê Burûya Rêxistinên Mirovahî Dijwar Ehmed, Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Hemrîn Elî, Cîgerê Desteya Parastinê Ayid Hac Îbrahîm dest pê kir.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre Cîgerê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrî Hisên Ezam axivî û vekirina Akadîmiya Şehîd Hozan û salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê li tevahiya gelê herêmê pîroz kir û wiha dom kir: ʺEm çirûska Şoreşa 19`ê Tîrmehê li hemû gelên Bakurê Sûriyê pîroz dikin, şoreşa ku ewqas serkeftin û pêşketin pêk anî, berhema herî serekê  a şoreşê avakirina Rêveberiya Xweser û biratiya gelan a li herêmê ye.ʺGIRKE-VEKIRNA-AKADIYMEYA-CIWANEN-EREB ‫(194576899)‬ ‫‬

Dayika Şehîd Hozan Can Semer Ebdullah jî di merasîmê de axivî û vekirina Akadîmiyê li hemû Ciwanên Ereb pîroz kir.

Piştre deriyê akadîmiyê ji aliyê dayika Şehîd Hozan ve hate vekirin

Merasîm bi stran û govendê bi dawî bû.

Akademî bi navê Şehîd Mûsena Elawî (Hozan Can) ê 22ʹê mijdara 2015ʹan di berxwedana Holê de şehîd bûye hate vekirin.

(bx)

ANHA

GIRKE-VEKIRNA-AKADIYMEYA-CIWANEN-EREB ‫(1)‬ ‫‬ GIRKE-VEKIRNA-AKADIYMEYA-CIWANEN-EREB ‫(194576897)‬ ‫‬