Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Akademiya Şehîd Zîlan Heleb dewerya 2`emîn da destpêkirin

MINBIC – Akademiya Fikrî ya Şehîd Zîlan Heleb li bajarê Minbicê dewreya perwedeyê ya duyemîn bi tevlîbûna 29 endaman da destpêkirin.MINBEG-AVAKRNA -MALA ‫(61407745)‬ ‫‬

Akademiya Fikrî ya Şehîd Zîlan Heleb a li bajarê Minbicê, taybet bi jinan e. Akademiyê dewereya duyenîn bi navê Şehîd Rojda Bawer bi tevlîbûna 29 jinên ji endamên sazî û komîteyên bajarê Minbicê da destpêkirin.

Dewere bi axaftina Hevseroka Meclisa Rêveber a bajarê Minbicê û gundewarên wê Cemîla Ehmed hat destpêkirin. Cemîla di axaftinê xwe de bal kişand ser girngiya perwerdeyên xweser û bandora wê di avakirina civakê de anî ziman û got ku bi perwerdeyan hemû jin pêş dikevin.

Dewreya perwerdeyê dê 15 rojan bidome. Di dewreyê de dê dersên li ser şerên taybet, Netewa Damokratîk û meclisa jinêbê dayîn.

(mh)

ANHA

MINBEG-AVAKRNA -MALA ‫(1)‬