Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Alava cercerê çanda kevin û şûnwarê serdemê ye

OlVA HEC MENSÛR

QAMIŞLO – Alava Cercerê ku berê xwedî giringiyeke mezin bû li çem cotkaran, îro jî cihê xwe di şûnwarê de girtiye.

Şêniyên herêmê ku bi navê alava Cercerê  bi nav dikirin, yek ji alavên kevin ji sed salî ve ji bo berhemên çandiniyê yên têne bikar danîn. Niha jî piraniya cotkar û şêniyan di malên xwe de wek alavekê ji şûnwarên çanda gelên herêmê, parastin e.

Alava Cercerê, ji du parçe textên hişk û bi hêz bi dirêjahiya 1 metrî, dîsa parçeyek text li pêş û yek li aliyê paş bi panehiya nîv metîr pêk tê. Parçeyek textê din jî li ser heye ku dema Cercer tê bikaranîn kesek li ser rûdine. Di nav de du parçeyên hesin an dar û Ii ser wan du parçeyan derdura 10 sêlên hesinî tûj û bi kêrtik ku wek diranan in li ser bi cihdibin da ku xebatên şikandin û hûrkirina koma berhemên çandiniyê bike. Karê Cercerê  dişibihe karê patozan lê bi awayekî biçûk.QAM-AMOR-JEJR-GANDA-BRE

Tevî ku alava Cercerê bi çûk bû jî, lê bi dirêjahiyan salên dirêj wek take alavê derxistina teneyan ji nav ta [ qaliqên berhemên çandiniyê ji aliyê cotkaran ve dihat bikaranîn.

Şêniyên herêmê sûd û fayideyeke mezin ji vê alavê girtin, her wiha di demên kurt de jî xebatên berhevkirina berhemên çandiniyê bi dawî dikirin, ku berî hatina cercerê cotkaran bi destan ew xebat dikirin. Cotkar wiha dibînin ku dîrikeke xweş ya cercerê heye, ji ber vê yekê bi çand û nasnameya wan ve hatiye girêdan û hêvî dikin geşedanên nû bi çand û nasnameya wan ve bê girêdan.

Temenê alava cercerê vedigere zêdeyî 100 salî , lê bi pêşveçûna rewşa çandiniyê li herêmê û peydabûna alavên nû yên çandiniyê, wek patoz û deraseyan şêniyan nema alavê cercerê bikar tînin,  ji ber ku hin şênî zêde bi dîroka xwe ve hatine girêdan ew alav parastine, yan jî pêşkêşî navendên çand û hunerê kirine da ku wek alaveke şûnwarê di pêşangehên çand û huner de pên pêşandan.

Piştî cotkaran paleya berhemên xwe dikirin û li ser bênderan an li cihekî vala kom dikirin, hindik hindik ew kom pan dikirin û alava cercerê di ser re digerandin û hûr dikirin. Alava cercerê ji aliyê sewalên qebe ve dihat kişandin. Piştre jî tene û ka dihatin li bakirin û cuda kirin.

(rr)

ANHA