Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Alava veguhestinê ya jibîrkirî bikar tîne!

Dîmen

RÎRAST CÛDÎ

ŞAHBA – Di nava geştên xwe yên rojane de, êş û waneyên bi wate yên ji bo pêkanîna pêdiviyên xwe yên civakî û alîkariya di navbera şêniyan de, hilgirtiye. Dîmena veguheztinê ya bi sewalan, ku şêniyan di encama belavbûna alavên veguheztinê yên nûjen de jibîr kiribûn, niha li ser wê rêyê wek tiştekî balkêş dimeşe.NAZMIA MHAMED

Dayika bi navê Şerîfe Xelûf, peydakirina madeyên sereke yên jiyanê û peydakirina wesîleya veguheztinê ji şêniyên gundê Misqanê a dikeve tixûbên kantona Şehba ya Herêma Ffedral a û di bin serweriya hêzên rejîma Sûriyê de ye)  re, girtiye ser mile xwe. Li ser pişta Erebaneya xwe (Hentûr) ku ji 20 salan ve hewandiye, daxwaza jinên gund a madeyên xwarinê û pêwîstiyên wan ên cuda yên jiyanî ji Kefer Naya peyda dike, her wiha kesê bixwaze bi xwe jî here tiştan ji bo malbatê bikire li gel xwe radike û di rêya Kefer Naya re diçe û tê.

Dayika Şerîfe ku 58 sal derbas kiriye, rojane berê xwe dide gundê Kefer Naya ya girêdayî herêmên Şahba, kesên ji jinên cîran yan xizmên wê yên bixwazin pêre biçin bazara xwe bikin, li pişta Hentûrê bi xwe re hildigre û geşta xwe ya zêdeyî 2 saetan a çûn û hatinê, didomîne.

Dayika Şerîfe û du jinên gund ên ji bazara xwe ya herêmên Şahba vedigeriyan gundên xwe ya Misqanê, ji nûçegihanê ANHA`yê re axivîn.

Nezmiye Mihemed, ku yek ji cîranên dayika Şerîfe ye, diyar kir ku yek ji sedemên hiştiye ku ew ji gund herin bikirin buhabûna nirxên madeyên xwarinê ye û wiha got: ʺ derketina me ya li ser pişta hemtûrê bi dayika Şerîfe re ew e ku em pêdiviyên xwe peyda bikin û miqdarê xerckirinê li ser malbatê sivik bikin. Li ser pişta hentûrê jî xerckirina sûtemeniyê û sererastkirnê tune ye, her wiha wek beşekî ji keveşopiya hatiye wenda kirin, tê bikaranîn.ʺSEHBA-PEYIDAKIRINA-DEBARE-MALEN-BI-BERGIR ‫(171180545)‬ ‫‬

Dayika bi navê Hesna Mihemed jî daxwaz kir ku erebeyek veguheztinê di navbera gundê Misqanê û herêmên Şahba de bê peydakirin. Dayikê desdtnîşan kir ku ev yek dê êş û zehmetiyên jiyanî yên şêniyên gund sivik bike û got ku di gund de firne û bazar tune ye.

Dayika Hesne her wiha destnîşan kir, tevî ku geşta wan a di navbera gund û herêmên Şahba de gelek hestên şahî û kêfxweşiyê û alîkariya di navbera jinên gund de nîşan dide, lê bi awayekî rojane dubarekirina vê geştê dibe sedema nerihetî û astengiyê ji wan re.

Têkildarî sefera rêya bi hentûrê jî dayika Hesna Mihemed  da xuyakirin ku ew hin caran li ser geşedanên civakî û guhertinên di gund û derdorê de daxivin û hin caran jî sihbetan dikin û silavê li her kesê nas ê derdikevin pêşiya wan dikin û bi vê yekê rê diqedînin.

Şerîfe Xelûf ku dayika 4 zarokan e, got ku zarokên wê ji ber kuştin û rûxandinê reviyan derveyî welat. Herwiha diyar kir ku niha ew û hevjînê wê bi tenê mane û di çandiniyê û xwedîkirina sewalan de li gund dixebitin û hewil dide bi hentûra xwe alîkariya şêniyan bike û pêdiviyên wan peyda bike.SEHBA-PEYIDAKIRINA-DEBARE-MALEN-BI-BERGIR ‫(1)‬

Dayika Şerîfa di daxiya axaftina xwe de kêfxweşiya xwe anî ziman ku jiyan ji nû ve vejîn bû û aramî li tevahî Sûriyê vegeriyaye û zarokên welat vedigerin warên xwe.

Bi vê yekê re,  Şerfe Xelûf bi cîrana xwe ve li ser pişta hentûra xwe ya dewarek dikşîne, rêya vegera ji geştê ber bi mala xwe ve, domand.

(rr)

ANHA