Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Aldar Xelîl: Armanca me çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyê ye

Dîmen

GIRKÊ LEGÊ – Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl, diyar kir ku PYD`ê karîbû li şûna rejîmên neteweperest ên li Rojhilata Navîn sîstema ku xwe dispêre biratiya gelan li Rojava û Bakurê Sûriyê ava bike û got ku tu pilanên kurd ên parçekirina Sûriyê tune ye.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl û Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî di çarçoveya beşdarbûna Kongreya 7`emîn a PYD`ê de bi awayekî cûda axivîn.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl di serî de bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: “Hemû mêvanan, Hevserokatiya partiyê, nûner û başdaran pîroz dikim û hêvî dikim ku ev Kongre bibe rêya pêşveçûn û pêşkevftina pêveçûna pêvajoya pêşerojê da ku PYD`ê karibe bibe nimûneya pêşengtiya Sûriyê taybet û giştî Rojhilata Navîn.”

Aldar Xelîl wiha domand:” Wek hûn dizanin di sedsala 20`an de hêzên dagirker Rojhilata Navîn dabeş kirin û dewletên biçûk û mezin ên neteweperest ava kirin, îradeya gelê kurd kurd, hebûn , nasname û çanda wî li ser vî erdî tune kirin. PYD`ê di şoreşa Rojava de karîbû sînorê neteweperestiyê ya teng derbas bike, lê belê rêgezên neteweperestiyê yên sedsala 20`an jî derbas kir û karîbû mînakeke nû û sîstemeke ku xwe dispêre biratiya gelan ava bike , bi taybet li Rojava û Sûriyê.”

Aldar Xelîl diyar kir ku hemû gelan beşdarî projeya çareserkirina aloziya Sûriyê kirin û wiha dom kir: “Kurd, ereb, siryan, tirkumen, ermen û hemû bûn yek û projeya sîstema çareseriya aoziya Sûriyê ava kirin. PYD`ê ji damezrênerên projeyê bû, hemû pêkhate ji aliyê rêxistinî, rêvebirin û parastinê ve piştgirî dan wê, hemû pêkhateyan Şehîd dan da jiyana hevbeş liRojava û Bakurê Sûriyê bê parastin. Gelê Kurd û hemû gelên Bakurê Sûriyê li dijî DAIŞ`ê û komên çete yên hewil dane îradeya gelê Sûriyê bişkîn in, fedakarî dane”

Xelîl her wiha da zanîn ku PYD`ê dibîne çareseriyên siyasî ji çareseriyên leşkerî baştire û wiha got: “Divê hemû zanibin ku em banga rêyên siyasî, dîplomasî û aştiyane ji bo çareseriya aloziya Sûriyê dikin, me rojekê banga çareseriya leşkerî nekir. Em mafê xwe yê rewa bikartînin da parastina herêm û gelê xwe bikin. Leşkerî êrîşê me bikin emê berxwedaneke dîrokî wek Kobanê, Şengalê û herêmên din ên me têde berxwedan kiriye nîşan bidin. Li beramberê jî wek me bi hêviya çareseriya aştiyane û siyasî nabîn in.”

Aldar Xelîl di axaftina xwe de, bang li Civaka Navnetewî kir ku hevkariya Kurd bike û got: ” Kurd di Rojhilata Navîn de projeya Demokratîk pêş dixin. Kurd xwedî projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş in. Tu pilanên me yên parçekirina Sûriyê tune ne. Divê hemû zanibin kurd pêşengên şoreşa demokratîk a Sûriyê ye. Ger tu hewildanên çareserkirina aloziyê hebe divê bi gelê Kurd re tevbigerin. Yê bixwaze sîstemeke demokratîk ava bike divê alîkariyê ji Kurd bixwaze. PYD`ê nûnertiya vê projeyê ku parastina mafê hemû pêkhateyan kiriye, dike.”

Hevserokê kantona Cizîrê Himêdî Deham E-Hadî jî di axaftina xwe de, diyar kir ku herêma Cizîrê û Bakurê Sûriyê bi saya PYD`ê ewlehî û aramiyê jiyan dike û di serî de wiha got: ” Mêvan im hûn jî mêvan in, xwediyê malê me û hûn jî xwediyê malê ne, ji ber vê yekê dibêjim ku sebeba bingehîn a ewlehî û aramiya li kantona Cizîrê ku tê jiyankirin, her wiha serfirazî û serkeftinên hatine pêkanîn, bi saya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye.” El-Hadî her wiha destnîşan kir ku bi saya PYD`ê ” serkeftinên ku hîştine em bibin parêzgehên herî aram û bi ewle yên Sûriyê” pêk hatine.”

El-Hadî her wiha da diyarkirin ku hin têbîn û rexneyên biçûk li ser PYD`ê hebûn , lê li hember serkeftinên di Bakurê Sûriyê de pêk anîne, zêde biçûkin.”

El-Hadî destnîşan kir ku hemû gelên Bakurê Sûriyê beşdarî sîstema Rêveberiyê dikin û wiha got:” Em li Cizîrê bi tevahî netew, mezheb û pêkhate di projeyê de beşdar in, divê em zêde bi hîkmet û biratiyeke mezin tevbigerin da zêdetir aqilmend bin, çimku em zêdetir xwedî ezmûn û hîkmet in.”

(rr)

ANHA