Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Aldar Xelîl encamên rêze civînan diyar dike

AGIRÎ IBRAHÎM

DIRBÊSIYA-Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl diyar kir ku armanc ji rêze civînan ew e ku pêşveçûnên dawî bi gel re bidin naskirin û got ku gel bingeha têkoşîna wan e.

Endamê Desteya Rêvebera TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl têkildarî armancên lidarxistina rêzecivînên nirxandina pêşveçûnên dawî ji şêniyên herêmê re ji ANHA‘yê re axivî û diyar kir ku armanc ji lidarxistina civînan ew e ku gel geşedanên siyasî û leşkerî nas bike û nêrînên wan werin gundar kirin.

‘Gel bingeha têkoşînê ye‘

Aldar Xelîl got: “Gel bingeha têkoşîna me ye, em hêz û îradeya xwe ji gelê xwe digirin. Ji ber vê yekê me rêzecivîn ji bo wan organîze kirine. Pêwîste em rewşa dawî ji gel re bidin nasîn, nêrîn û pêşniyarên wan guhdar bikin. Li ser vê esasî em civînan lidar dixin, da ku rêbazên pêşxistin û xizmeta civakê re bi wan re nîqaş bikin.”

‘Erka gel parastina destkeftiyên şoreşê ye‘

Xelîl anî ziman di civînan de hate xuyakirin ku gel destkeftiyên şoreş diparêze û wiha pêde çû: “Di civînan de me dît ku gel jî hewl dide destkeftiyên şoreşê biparêze, dixwaze civakek li ser bingeha netewa demokratîk û azad were avakirin, her wiha aloziya Sûriyê were çareserkirin. Piraniya nîqaşên me di vê çarçoveyê de derbas dibû.”

Aldar Xelîl di berdewama axaftina xwe destnîşan kir ku gel gihaştiye astekî dikare vîn û nêrînên xwe vebêje û got: “Dema me bi gel re hevdîtin dikirin, me dît çawa gel gihaştiyeke astekê karîbû vîn û îradeya xwe bîne ziman, ew jî rewşa herêmê û pêwîstiya demê dişopîne. Di mudaxeleyên wan de tekez dikirin ku ew amade ne erka xwe ya parastina destkeftiyên şoreşa Rojava û Bakurê Sûriya ku bi saya xwîna şehîdan pêk hatiye, biparêzin û hewl didin civakê pêş bixin û serkeftinên hîna mezintir qezenc bikin.”

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl axaftinên wiha bi dawî kir: “Gel serkeftinên mezin bidest xist, di her qadên siyasî, leşkerî, rêxistinî û xizmetguzarî gavên mezin avêtin. Şoreşa Rojava numuna ji şoreşên demokratîk ên li Rojhilata Navîn e. Banga me ji hemû pêkhateyên herêmê ku beşdarî şoreşê bibin, ji ber ku bi berxwedan û têkoşînê em gihaştinê vê merheleyê û eger em têkoşîna xwe mezin bikin em ê serkeftinên hîn mezintir bidest bixin.”

(bb/)

ANHA