Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Aldar Xelîl: Nakokiyên navdewletî şoreşa Sûriyê dûrî hêviyên gel xist

DIRBÊSIYÊ – Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Aldar Xelîl diyar kir ku şerên berjewndiyan  ên hêzên navdewletî û herêmî berê şoreşa Sûriyê berovajî kiriye û got ku destkeftiyên li herêmê hatine bidarxistin bandoreke erênî li têkiliyên wan ên navdewletî kirine.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Aldar Xelîl di civîna ku duh ji aliyê TEV-DEMʹê ji xebatkarên Tenduristiyê yên bajarê Dirbêsiyê re hate lidarxistin axivî. Xelîl di axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên li Sûriyê û rewşa herêmê.DIRBESIYE-CIVINA-TENDURISTIYE

Xelîl di destpêka axaftina xwe de bibîr xist ku Sûriyê bûye meydanek şerê berjewendiyan ê navdewletî û herêmî û wiha dom kir: ʺGelê Sûriyê tu sûdê ji vî şerî nagire. Ji ber şerê wan ê berjewendiyan berê şoreşa Sûriyê hatiye guhertin. Gelek komkujî pêk hatin û hêviyên gel ên azadî û demokrasiyê têk çûn.ʺ

Xelîl, bal kişand ser destkeftiyên ku li Rojava-Bakurê Sûriyê hatine bidestxistin û wiha dom kir: ʺGelê Bakurê Sûriyê bi hevgirtina hemû pêkhateyên xwe karîbû gelek destkeftiyan bi dest bixe. Piraniya herêmên xwe ji çeteyên DAIŞʹê rizgar kirin. Ji ber vê yekê gelek hêzên navdewletî hatin hgerêmê û hevpeymanên ku em niha bi wan hêzan re saz dikin di encama hêza me de pêk hatiye. Em ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk tekoşînê dikin. Pirojeya me ya Rêveberiya xweser bi ser ketiye û me ev yek ji hemû cîhanê re isbat kiriye ku ew riya herî guncaw a çareserkirina aloziya Sûriyê ye.ʺ

Aldar Xelîl, her wiha da zanîn ku hin partiyên siyasî yên kurd di nava koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê de cih digirin û wiha pê de çû: ʺEw partiyên behsa mijarê li gorî berjewendiyên dewleta Tirk kar dikin. Armanca wan a serke ew e ku tevgera niştimanperwer a Rojava-Bakruê Sûriyê asteng bikin. Ji ber girdan û siyaetên wan partiyan yekîtiya kurdan pêk ne hatiye. Em tu carî dest ji destkeftiyên xwe ku me bi dest xistine bernadin, me gelek destkeftî di hemû aliyên jiyanê de bi dest xistine, heger me daxwazên wan pêk anî, wê demê e ê îxanetê bi tekoşîn û berxwedana ji bo herêmê hate dayîn bikin. Divê ew partiyên kurdî hesabên xwe ji nû ve di vegerînin.ʺ

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de got ku dê tu carî dest ji riya çareseriyê bernedin û dê li hemû rêbazan bigerin ku wan dûrî siyasetên Tirkiyê bikxin wiha got: ʺEm ji wan re isbat dikin ku piroje û pêşniyar li derveyî pîlanên Tirkiyê jib o berjewendiya gelê Rojava-Bakurê Sûriyê heye. Em ê tekoşîna xwe tu carî bernedin û gavan paş de navêjin.ʺ

(dc)

ANHA