Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Aldar Xelîl: Şoreşe Rojava anternatîfa sîstema desthilatdar pêk anî

DIRBESIYÊ – Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku Şoreşa Rojava jiyaneke nû afirand û karîbû bibe aanternatîfa herî guncaw a sîstema desthilatdar. Xelîl, diyar kir ku ji ber ev sîstem xizmeta berjewndiyên hin hêzan nake û têkçûna wan nîşan dide êrîşî vê sîstemê dikin.DIRBESIYE-AXAFTINA-AKDAR-XELIL (2)

TEV-DEMʹê bi armanca nirxandina geşedanên dawî yên li herêmê duh li salona Îvan a herêma Dirbesiyê civînek lidar xist.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl, Endamên Saziyên Civaka Sivîl û Leşkerî yên herêmê jî di nava de bi sedan şêniyên herêmê beşdar bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Aldar Xelîl li ser rewşê dawî û geşedanên li herêmê axivî û wiha got: ʺAloziya Sûriyê ji ber ku pirojeya opozisyonê nîne dewam dike û nayê çareserkirin. Ji ber vê yekê alozî kûrtir bû ye. Girêdana wê bi ejendeyên derve re jî ne di berjewendiya gelê Sûriyê de ye.ʺDIRBESIYE-AXAFTINA-AKDAR-XELIL (1)

Derbarê rewşa jiyanî ya li Rojava de jî Xelîl got: ʺŞoreşa Rojava jiyaneke nû afirendiye, bi berxwedana gel û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan me karîbû antnernatîfa sîstema desthilatdar ku li ser gel hatiye ferizkirin pêk bînin. Bi projeyeke demokratîk a nû ku berjewendiya tevahî pêkhateyên bi dirêjahiya dîrokê jiyaneke hevbeş bi hev re dijiyan û parastina maf û çandên ku ji dest hatiye girtin dikirin, peyda dibe.ʺ

Xelîl daxuyakirin ku cudabûna di navbera wan û aliyên din ên Sûriyê de Projeya wan a demokratîk a Civakîye û wiha dom kir: ʺTiştê me ji aliyên din ên opozisyonê ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve temyîz dike ew e ku me Projeya Civakî Demokratîk nû pêşkêş kiriye, avakirina Meclîsan û komînan di nav de cih digre, piraniya pêkhateyên herêmê tevlêbûn û rêveberiya xwe bi xwe dikin, her wiha parastina herêmên xwe dikin û li benda kesî namînin ku parstina wan bikin.ʺ

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê diyar kir ku hin alî hene li hemberî projeya wan a demokratîk derdikevin û hewildidin paş bixin û wiha domand: ʺRejîmên desthilatdar û alîgirên wê, bi taybet jî dewleta Tirk projeya me red dikin, ji ber serkeftina projeya me nîşan dide ku ew ji aliyê siyasî û leşkerî ve vala hatine derxistin. Desthilatdariya wan jî nema ye. Ji ber vê yekê jî êrîşên siyasî û leşkerî li ser me pêk tînin, ambargoya li ser me feriz dikin.ʺ

Derbarê neyekbûna gotina Kurd û redkirina hin partiyên Kurd ji projeya sîstema Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re Xelîl wiha got: ʺTevlêbûna ENKSʹê di nava Îtîlafa Sûrî û tevgera di bin fermanên wê de û erêkirina wê ji projeyên Îtilafê re ku tu cudahî di navbera wê û projeyên rejîma Baasa desthilatdar de li ser gel tuneye, sedema neyekbûna refên kurd e û li hemberî projeyên ji bo avakirina Sûriyeka demokratîk û azad disekine û ji refê kurd û hêviyên wê dûr dikeve.ʺ

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser avakirina Focên Leşkerî yên girêdayî YPG`ê û wiha got: ʺHêzên Sûriya Demokratîk û YPJ/YPG`ê serkeftinên mezin pêk anîne û firehiyên mezin jî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine. Ji bo parastina van herêmên rizgarkirî û parastina gel û destkeftiyan avakirina van Focên Leşkerî girîngin.ʺ

Piştî axaftina Aldar Xelîl, civîn bi nîqaşan dewam kir û bersiva prisên beşdaran hate dayîn.

(rr)

ANHA